Li Mozambîkê komkujiyeke hovane pêk hat.
Komek çekdarên ku êrişî stadyumeke futbolê kirin, serê bi dehan kesan jê kirin.
Tê diyarkirin, êriş ji aliyê komeke girêdayî DAŞê ve pêk hatiye.
Li Welatê Afrîkayê Mozambîkê stadyuma futbûlê veguherî qada komkujiyeke hovane.
Li gorî dezgehên çapemeniya welat, û tv’ya France 24’ê, li gundê Nancaba li herêma Bakur, dema maça futbolê de, komeke çekdarî bi ser stadyumê de girt.
Di encamê de 50 kes hatin serjêkirin û bi dehan jin hatin revandin.
Çapemeniyê diyar kir ku li hin gundên derdorê jî mirov ji aliyê çekdaran ve hatin serjêkirin.
https://www.youtube.com/watch?v=yCm6HnKrD5U arşiv detay
Li herêma Kabu Dîlgado ji sala 2017’an ve bûyerên serjêkirina mirovan kêm nebûne.
Di nava 3 salan de herî kêm 2 hezar kes hatin kuştin û nêzî 500 hezar jî ji cih û warên xwe bûne.
Li gorî raporan, kesên bi êrişan radibin girêdayî DAIŞ’ê ne.