Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi navbênkariya Rûsiyayê peyamana aştiyê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de

 

.Li Azerbeycanê şahî, li Ermenîstanê şîn heye…

Du roj berê di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê de, bi navbeynkariya Rûsyayê peymana aştiyê hatibû mohrkirin.

Niha detayên peymanê derketin holên.

Li gorî peymanê, nîvê Qerebaxa Çiyayî û erdên di navbera Ermenîstan û vê herêmê de ji Azerbaycanê re tê hiştin.

Ew axa ku Ermenî jê vedikşin, di nava wê de navenda Kurdistana Sor a dema Sovyetê “Laçîn” jî heye.

PEYMANA AŞTIYÊ YA QEREBAXA ÇIYAYÎ
SERFIRAZIYA AZERBAYCANÊ VEGUHERÎ SERKEFTINA WÊ YA DÎPLOMATÎK

Hukumetên Êrîvan û Bakuyê ji vir 2 roj berê bi awayekî surprîz, bi navbeynkariya Rûsyayê peymana aştiyê mor kirin.

Beriya vê, artêşa Azerî bajarê dîrokî Şûşayê ya li başûrê Qerebaxa Çiyayî dagir kir, xwe nêzîkî korîdora di navbera herêmê û Ermenîstanê kir.

Niha detayên vê peymana ji nişkave derket holê hêdî hêdî zelal dibe.

Li gorî peymanê, erdên Qerebaxê yên di şerê dawî de hat dagirkirin wê di destê Azerbaycanê de bimîne.

Bi ser vê de jî, hemû erdên di navbera vê herêmê û Ermenîstanê de, ji Azerbaycanê re tê hiştin.

Bi vî awayî, peyman ji bo Azerbaycanê wekî serfiraziyek mezin tê şîrovekirin.

Rûsya ku aktorê esasê vê peymanê ye, di heman demê de rola çavdêriya xeta aştiyê jî girtiye ser xwe.

Bi mebesta ewlekariya korîdora di navbera Qerebaxê û Ermenîstanê de, artêşa Rûs yekîneyeke qasî 2 hezar leşkeran şand herêmê.

Peymana bidawîanîna şer li her du welatên ku dijminê hev ên dîrokî ne, bi hestên cuda tê pêşwazîkirin.

Hukumeta Azerî ji bo sorkirina netewperestiya li welêt vê peymanê bi kar tîne û ev jî dibe sebeba pîrozbahiyên girseyî.

Bi rojane meydan û kolanên Bakuyê bi komên netewperest ên ala Azerbaycanê hilgirtine mişt tije dibe.

Berevajiya Azerbaycanê, li Ermenîstanê şîneke neteweyî heye û komên bi hêrs ên netewperest hukumeta serokwezîr Paşînyan protesto dikin.

Piştî eşkerebûna peymana aştiyê, netewperestên Ermenî bi ser parlemenê ve girtin û daxwaza betalkirina peymanê kirin.

Aloziya li paytext Êrîvanê didome û ji bo parastina parlemen û avahiyên fermî, hukumet tedbîrên ewlekariyê derxist asta herî bilind.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv