Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik: Dewleta tirk dixwaze her sê parçeyên Kurdistanê dagir bike 11.02.2021

 

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
DEWLETA TIRK DIXWAZE HER SÊ PERÇEYÊN KURDISTANÊ DAGIR BIKE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, bersiva da pirsên malpera Medya-Newsê bersivand.

Cemîl Bayik destpêkê serdana Wezîre Parastinê yê Tirk ji bo Iraqê bibîr xist û diyar kir ku ev serdaneke leşkerî bû.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê got:

“Tekane rojeva hevdîtina bi rayedarên hikumeta Iraqê û rayedarên PDK’ê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan bû.”

Cemîl Bayik sedemên vê serdana leşkerî ya di vê pêvajoyê de jî wiha rêz kir;

Komara Tirk sed sal berê dema hate avakirin, li gorî çand û kevneşopiya dîrokî ya Anadolûyê nehate avakirin.

Ji xeynî Kurd û Elewiyan hemû kesên cihê qir kirin û sirgun kirin.

Li hemberî netewe-dewleta li ser senteza Tirk–Îslamê bi tenê Kurd û Elewî man.

Ev serê sed salî ye ku li dijî Kurd û Elewiyan tekane polîtîkaya dewleta Tirk asîmîlasyon û qirkirin e.

Li her dera jiyanê siyaseta înkar û îmhayê heye.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
ARMANC JI XEYNÎ ROJHILAT DAGIRKIRINA HEMÛ KURDISTANÊ YE

Cemîl Bayik bibîr xist; di şerê li dijî PKK’ê de partiyên Kurdistanê ji bo naskirina statuya xwe piştgirî dan Erdogan.

Erdogan jî ev tişt wekî “şaşiya ku divê dubare nebe” pênase kiribû.

Li gorî Erdogan dibe ku pêşketin û geşedanên li parçeyên din, ji bo Bakur bibe mînak û ev tişt ji bo xwe wekî talûkeyekê dît.

Him geşedanên li derveyî Bakur wî dixe nav fikaran û him jî ji ber ku vêderê wekî sînorên xwe yên neteweyî dibîne, şertên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji xwe re dike firsend.

Dixwaze ji xeynî Rojhilatê Kurdistanê her derê dagir bike.

Dagirkeriya li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Rojava, planên dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê ya ku Şengal, Mexmûr, Mûsûl û Kerkûk jî di nav de bin, li ser vî esasî tê kirin.

Ev serdan jî tê wateya vê plana ku qet venaşêrin.

Bi vî awayî wê PKK ya ku li pêşiya polîtîkaya înkar û îmhayê ye dixwazin were tasfiyekirin û heta ku ji destê wan were wê Başûrê Kurdistanê dagir bikin.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
BÛYERÊN NAVNETEWEYÎ DOMANDINA TIFAQA FAŞÎST TENGAV DIKE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê, da zanîn; ku AKP, MHP û Avrasyayî îro dewleta Tirk birêve dibin.

Tekane tiştê ku van tîne ba hev jî qirkirina Kurdan e.

Ji ber vê tu faktor nikare van hêzan bîne ba hev.

Ya duyemîn jî bûyerên li qada navneteweyî diqewimin, her ku diçe vê tifaqa faşîst tengav dike.

Cîhana welatên rojava ya ku DYE û YE serkêşiya wê dike, lîberalîzma demokratîk a ji bo wê pir girîng e, di wê fikirê de ye ku li Tirkiyê nemaye.

Pirsgirêka tifaqa AKP-MHP-Ergenekon bi siyaseta derve re heye.

Erdogan bi Trûmp re têkiliyên şexsî pêş xistî, lê bi hatina Bîden re wê vê fersendê ji dest bide.

Ji bo vê dixwaze lezûbez bike.

HEVSEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CEMÎL BAYIK:
JI BO TESFIYEKIRINA PKK’Ê ROLÊN NÛ DANE PDK’Ê

Cemîl Bayik bal kişand ser gotinên Erdogan ên ‘şevekê dibe em êrîş bikin’ û got:

Dixwazin êrîşên xwe yên dagirkeriyê li qadên gerîla bi taybetî jî li Başûrê Kurdistan berfireh û mayînde bike.

Serdana Iraq û Başûrê Kurdistanê jî li ser vî esasî ye.

Lê li aliyê din dewleta Tirk ji bo van êrîşên xwe rewa bide nîşandan rolekî mezin a di mijara tesfiyeyê de daye PDK’ê.

Ev jî nîşan dide ku PDK rolekî mezin girtiye ser milê xwe.

Ji bo vê yekê jî gotina di demeke nêzîk de li Başûr, bi hevkariya dewleta Tirk û PDK, wê şerekî mezin rû bide, wê ne şaş be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv