Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çavkaniyên HPG’ê: Li Garê 9 eskerên tirk hatin kuştin 11.02.2021

 

LI GARÊ GERÎLLA BERSIVÊ DIDIN ÊRIŞA DAGIRKERAN
ÇAVKANIYÊN HPG’Ê: 9 ESKERÊN ARTÊŞA TIRK HATIN KUŞTIN

Artêşa Tirk a dagiker şevê din piştî êrişa giran a balafiran, ji herêmên Başûrê Kurdistanê helîkopterên Skorksky rakirin û eskerên xwe li jin deverên Garê danîn..

Û ji kêliya pêşî ya tevgera dadgirkeriyê ve, di navbera artêşa Tirk û gerîllayan de şer dewam dike..

Çavkaniyên HPG’ê ragihandin ku di roja pêşî ya şer de kuştina 9 eskerên artêşa Tirk hate tesbîtkirin..

Di heman daxuyaniyê de hat gotin, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir be..

Artêşa Tirk jî tenê li çend kuştiyên xwe mukir hat.

LI GARÊ GERÎLLA BERSIVÊ DIDIN ÊRIŞA DAGIRKERAN
ARTÊŞA TIRK: 2 FERMANDARÊN ME LI GARÊ HATIN KUŞTIN

Wezîrê şer ê Tirk Hulûsî Akar ragihand ku 2 fermandarên wan ên bi navê Burak Coşkun û Harun Turhan 10’ê Sibatê di şerê li Garê de hatine kuştin..

Heta niha têkildarî hejmara rast a kuştiyên artêşa Tirk, HPG’ê ti agahî parvenekirine..

Li aliyê din hat zanîn ku komeke ji hêza binavê “Pêşmergeyên Roj” a girêdayî PDK’ê li devereke nêzî herêma şer bicih bûye..

Çavkaniyên ji herêmê li ser mijarê ev agahî dan Ajansa Nûçeyan a Firatê:

Dema artêşa Tirk dest bi êrişa li dijî herêma Garê kir, komeke ji hêza binavê “Pêşmergeyên Roj” li devera Şermîn a girêdayî bajarokê Bakirmanê bicih bû..

Heman çavkaniyan diyar kir ku di nava demeke kurt de hejmara koma mijara gotinê hat zêdekirin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv