Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çekên qedexekirî hê jî di envantera artêşa Tirk de cih digirin, OPCW li hemberî çekên kîmyewî bêdeng e

 

OPCW LI HEMBERÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BÊDENG E
ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ, HÊ JÎ DI ENVANTERA ARTÊŞA TIRK DE CIH DIGIRIN

Di malpera înternetê ya bi navê Turkdefens an go Parastina Tirk de 21’ê Îlona 2021’ê ji envantera sîlehan a artêşa Tirk çend gulleyên hawanê hatine weşandin.

Di nava wan de li rex teqemeniyan, bi navê MKE MOD 63 cûreyeke hawanê heye.

Ev guleya hawanê weke “mûhîmata bombeavêj a çavsotîner” tê binavkirin.

Maddeya vê hawanê weke Sî Es tê binavkirin û fabrîkasyona wê jî weke Tirkiye tê destnîşankirin.

Derket holê, ku ev cûreya çekê ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ve hatiye qedexekirin.

Lê dewleta Tirk ji salên 90’î heta 2010’an ev çek li dijî gelê Kurd û gerîla bi kar anî ye.

Sefîrê Tirk ê wê demê Ugur Dogan îtîraf kiribû, ku wan ev cûreya bombeya kîmyewî 25’ê Sibata 2011’an hilberandî ye.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li hemberî vê îtîrafê neket nava tevgerê.

Dr Maykil Crowley di raporên xwe yên 2013-2018’an de rexne li rêxistina têkildar dikir.

Ji ber ku O PÎ CÎ DABILYÛ lêkolînek nekiriye ka dewleta tirk ev çek îmhat kiribû an na.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bombeyên bi maddeya Cî Es tên çêkirin qedexe kirine.

Ji ber ku ev bombe dema li deverên girtî weke şikeft û tunelan tên bikaranîn, mirovan dikujin.

Piştî ev bombe tê bikaranîn, çermê mirovan dişewite, dikuxin, vedirêşin û nikarin bêhnê bidin û bistînin.

Li gorî Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî, di gelek xal û têbiniyan de behsa vê çekê û qedexekirina wê tê kirin.

Kovara Parastinê ya Ingilîz Janes Defens Wîklî 2003’yan ragihandibû, ku Saziya Endustriya Maşîn û Kîmyayê ya Tirk van çekan dihilberîne û stok dike.

Dewleta Tirk 2005 û 2010an ev bombeyên kîmyewî li ber çavên rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî li Enqerê û bajarê Afrîkaya Başûr Keyp Townê di pêşengehên çekan de nîşan dan.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv