Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiyên greva birçîbûnê bi biryardarî didomin

 

PENGAVA “DEM DEMA AZADIYE YÊ”
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNE BI BIRYARDARÎ DIDOMIN

Bi hezaran girtîyên siyasî li zîndanên dewleta Tirk a dagirker, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîbûna zextên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya bêdem û bidorveger di roja 137’an de ji aliyê koma 28’an ve dewam dike.

Çalakgerên di grevê de bi rêya malbat û parêzerên xwe peyam dan ku wê berxwedanê mezin bikin.

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî çalakiya grêva birçîbûnê ku bi heman armancê, ji bo piştgiriya girtîgehan hatibû destpêkirin, di roja 116’an de ye.

Pênaberan ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ev 99 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Ji aliyê din ve piştgiriya ji bo grêva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike.

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Şirnex Hezexê têkîldarî grevên birçîbûne li ber avahiya partiyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev bang li hikûmetê hate kirin;

Dewleta Tirk ji bo rakirina tecrîdê tu gav neavêtin.

Girtîyên siyasî ji bo demokratîkbûna welat û çareserkirina pirsgirîka kurd tedikoşin.

Xwedî derketina li girtîyên siyasî berpirsyariyeke exleqî û wijdanî ye.

GIRTIYA NEXWEŞ AYSEL BI XETERAYA FELCÊ RE RÛ BI RÛ YE
DAYIK EMÎNE DAGLAR DAXWAZA BERDANA KEÇA XWE KIR

Li aliyê din li girtîgehan zext û binpêkirinên mafan jî roj bi roj zêde dibe.

Girtiyên ku pirsgirêkên wan ên tendûristiyê hene, tevî rewşa wan a giran nayên dermankirin û ne jî tên berdan.

Yek jî wan girtiyên nexweş jî Aysel Daglar e ku du caran cezayê muebeta giran lê hatiye birrîn.

Aysel Daglar a li girtîgeha Tîpa T ya Wanê dîl tê girtin û ji ber parçeyê şarampolê di serê wê de bi xeteriya felcê re rû bi rû ye.

Dayika Aysel, Emîne Daglar destnîşan kir ku rewşa wê her diçe girantir dibe û beyî alîkariyê bigire nikarê pêdiviyên xwe bi cîh bîne.

Emîne Daglar xwest demildest keça wê Aysel serbest berdin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv