Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

MATUHAY-DER: ‘Qêrîna li zindanan bilind bûye divê em bibihîzin’

 

ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 137’AN DE YE
“QÊRÎNA LI ZINDANAN BILIND BÛYE, DIVÊ EM BIBIHÎZIN”

Ji bo şikandina tecrîd û azadiya fizîkî ya rêber APO bi hezaran girtiyên azadiyê li ber xwe didin.

Bi armanca şopandina çalakiyên greva birçîbûnê ya Herêma Marmara komisyonek hatiye avakirin.

Ji endamê komisyonê hevserokê MATUHAY-DER’ê Nesîm Ozkan û nûnera TÎHV’ê Umît Efe rewşa dawî nirxandin.

Nesîm Ozkan ê ku di sala 2012’an de 68 rojan di girva birçîbûnê de mabû weha behsa binpêkirinên li zindanan kir.

Di serî de zindana Îmaralî li tevahiya zindanan tecrîdeke giran heye.

Ev rewşa antîdemokratîk a ku ji huqûqê dûr ketiye, me dike nava fikaran.

Der barê şertûmercên berxwedêrên zindanan de jî Ozkan de jî weha got.

Îro li ser her kesî zext û êriş hene.

Li dijî van zextan greva birçîbûnê dest pê kir.

Li Îmraliyê çi dikin bila bikin, gelên Rojhilata Navîn wê tu carî dest ji birêz Ocalan bernede.

Divê hemû beşên civakî li dijî vê tecrîdê dengê xwe derxînin.

Mifteya azadiya gelên Rojhilata Navîn û gelên Tirkiyê li Îmraliyê ye.

Divê hemû kes li gorî vê yekê tevbigere.

Nûnera TÎHV’ê Umît Efe jî tecrîd wek rêbazeke êşkenceyê nirxand û wiha got.

Pergela tecrîdê dibe sedema rijadina xwînê.

Ev 137 roj in bi hezaran kes li dijî vê tecrîdê li ber xwe didin.

Em rewşa çalakgeran ji nêz ve dişopînin û ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin di nava lêgerînê de ne.

Divê daxwazên girtiyan ên di bin zext û faşîzmê de ne bên qebûlkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv