Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çalakiya girtiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di roja 128’an de dewam dike 03.04.2021

 

ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
ÇALAKIYA GIRTIYÊN SIYASÎ DI ROJA 128’AN DE DEWAM DIKE

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê li Tirkiyê girtî ne, bi armanca balê bikşînin tecrîda li ser Rêber Apo û binpêkirina mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya girtiyên siyasî ya ku di 27’ê Mijdara 2020’an de destpêkir ji aliyê koma 26’emîn hat dewr girt.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di roja xwe ya 128’emîn de dewam dike.

ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 107’EMÎN DE YE

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger berdewam dike.

Çalakiya ji bo azadiya Rêber APO, 107 roj li pey xwe hişt.

Koma 54’yan çalakiya ku li Saziya Malbatên Şehîdan tê birêvebirin, dewr girt.

Di merasîma dewrgirtinê de li ser navê koma 53’yan Hevserokê Şarederiya Wargeha Mexmûr Bedran Pîran axivî.

Bedran Pîran bal kişand ser armanca çalakiya greva birçîbûnê.

ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 90’EMÎN DE YE

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 90’î de ye.

Çalakiya ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê tê rêvebirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv