Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojbûna Rêber Apo li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan tê pîrozkirin 03.04.2021

 

4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI ÇALAKIYAN TÊ PÎROZKIRIN

Li wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê her sal wek kevneşopiyekê Festîvala Çand û Werzîşê tê organîzekirin.

Festîvala Çand û Werzîşê îsal ji bo cara 13’an tê lidar xistin.

Festîvala îsal diyarî berxwedêrên di greva birçîbûnê de ne hat kirin.

Li Başûrê Kurdistanê pîrozbahiyeke din jî li Derbendîxanê pêk hat.

Li gundê Jalenawê gel bi çandina şitlên daran rojbûna rêberê xwe pîrozkirin.

Li ser navê welatiyan Xezan Elî peyamek li ser girîngî û wateya rojê xwend.

Rojbûna rêber APO li gundê Şewger ê navçeya Koyeyê ya Hewlêrê hate pîrozkirin.

Welatiyan sitlên daran çandin û peyanên têkoşîna ji bo azadiya rêberê xwe dan.

Li Silêmaniyê jî bi çandina şitlên daran rojbûna Rêber APO hate pîrozkirin.

Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Lêma Şwêş rojbûna rêber APO pîroz kir û got:

Di serî de jin û ciwan divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tim li qadan bin.

Li gundê Derokotir ya ser bi Binarê Qendîlê jî wê sibê rojbûna rêber APO were pîrozkirin.

Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê pêşengiyê ji pîrozbahiyê re dike.

Wê hunermend Jiyan Seqizî û Berhem Şemam jî bi stranên xwe tevlî pîrozbaniyê bibin.

Endama Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê Bala Umer banga tevlîbûnê li xelkê Başûrê Kurdistanê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv