PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ 24 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
27’ê Mijdarê girtiyên azadiyê yên PKK û PAJK’î li zindanên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bidorvegerî kirin.
Koma 5’an çalakiyê li zindanan bi rê ve dibe.
Çalakiyê 24 roj li pey xwe hiştin.
Malbatên girtiyan banga bicihanîna daxwazên zarokên xwe dikin û dibêjin, divê li her deverê em dengê wan bilind bikin.
Li aliyekî biryardariya girtiyên azadiyê di asta bilind de xwe dide der, li aliyê din jî dagirkeriya Tirk li ser wan zext û faşîzma xwe zêde dike.
Nûçeya herî dawî ji zindana jinan a Tîp T a Wanê hat.
Li gorî agahiyan, beriya du rojan hêzên dagirkeriyê avêtine ser qawîşan.
Dest danîne ser tevahiya nivîs, name û defteran.
Êşkence li girtiyên jin kirine.
Girtiyên bi navê Taybet Belge û Ebrû Şîmşek jî revandine zindaneke din, ku hê jî nediyare kîjan e.
Cîgra Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî derheqê berxwedana girtiyên azadiyê de ji ANFê re axivî.
Meral Daniş Beştaş tecrîda li dijî Rêber Apo weke hovîtiyekê bi nav kir û got, girtiyan dîtiye ku ji bilî çalakiyan wan rêyeke din nemaye.
Cîgira Serokê Koma HDP’ê banga mezinkirina piştgiriya bi berxwedana girtiyên azadiyê re li her kesî kir.