Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel: Hêzên garantor li gor berjewendiyên xwe tevdigerin 20.12.2020

 

BERDEVKÊ QSD’Ê KÎNO GABRÎEL:
HÊZÊN GARANTOR LI GOR BERJEWENDIYÊN XWE TEVDIGERIN

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêmê du peymanên agirbestê hatin îmzekirin.

Ya yekemîn di navbera Amerîka û dewleta Tirk de 17`ê Cotmehê, ya din jî 22`ê Cotmehê di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de pêk hat.

Lê belê dewleta Tirk girêdayî agirbestê nema û hîna êrişên xwe li ser herêmê dewam dike.

Rûsya û Amerîka li hemberî êrişan xwe ker û lal kirine.

Ji roja pênşemê ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrişî navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê dikin.

Girêdayî mijarê berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD Kîno Gabrîel ji ANHA`yê re axifî û bal kişand ser pîlanên dewleta tirk û got:

“Pîlanên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê diyar in. Me ev yek di salên berê de jî dît.”

Berdevkê QSD’ê li ser helwesta dewletên garator Rûsya û Amerîka li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, diyar kir ku ew van êriş û hewldanên dewleta Tirk û çeteyên wê bi ti awayî qebûl nakin û wiha domand:

“Hat dîtin ku helwesta fermî ya dewletên garantor girêdayî siyaseta berjewendiyên wan pêş dikeve. Ev ne tiştekî nû ye û me di salên şer de ev yek dît. Divê em li benda tiştekî cûda nemînin.”

Gabrîel piştrast kir, ku hêzên wan girêdayî peymanan in û agirbestê pêk tînin û got:

“Em ê di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bidin û bersiva êrişên li dijî herêmê bidin. Divê hêzên din ku peyman îmze kirine jî li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemînin.”

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel li ser îdîayên radestkirina navçeya Eyn Îsa ji hikumeta Şamê re, wiha got:

“Tiştekî wiha nîn e. Heke tiştek bi vî rengî hebûya, me yê bi awayekî fermî ragihandiba.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv