Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi minasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li Şirnexê û Mêrdînê şitlên daran hatin çandin 04.04.2021

 

4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO
PÎROZBAHIYA LI GUNDÊ AMARA HAT ASTENGKIRIN

Her sal rojbûna rêber APO li gundê Amara yê lê jiyakbûyî bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

Lê îsal rejîma faşîst a AKP/MHP”ê ji bo pêşî li pîrozbahiyê bigire her tişt kir.

Ev bi rojanbû ku dor li gund girtibû.

Polîs û eskerên dewleta Tirk destûr nedidan kes bikeve gund..

Lê tevî vê yekê jî heyeteke ji HDP, DBP û KCD û TJA’yê xwest biçe gundê Amara..

Di ketina navçeya Xelfetiyê de polîsan pêşî li heyetê girt.

Û tenê destûr dan ku parlementer Berdan Ozturk, Salîha Aydenîz û Ayşe Surucu bikevin navçeyê..

Heyeta ku berê xwe da gundê Amara çareke din ketina gundê Amarayê de hat astengkirin.

Ayşe Surucu narazîbûn nîşanî astengiyan da û got, birêz Ocalan afirînerê netewa demokratîk e..

Bi van astengî û qedexeyan hun nikarin pêşî li têkoşîna gel a ji bo azadiya rêberê xwe bigirin.

4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO
LI ŞIRNEX Û MÊRDÎNÊ ŞITLÊN DARAN HATIN ÇANDIN

Rêxistana HDP’a Şirnexê jî bi daxuyaniyekê rojbûna rêber APO pîroz kir.

Parlementerê bajêr Hasan Ozgûneş balkişand ser giringiya xwedîderketina li rêber APO.

Piştî axaftinan li ber stran û govendê 72 şitlên daran hatin çandin.

Pîrozbahiyek jî li navçeya Mêrdînê Artûkluyê pêk hat.

Welatiyan ji bo rêber APO 72 şitlên daran danîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv