DEFEND KURDISTAN – KURDISTANÊ BIPARÊZE
BI DEHHEZARAN KES LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ Û JI BO YEKÎTIYÊ LI QADAN BÛN
Li Almanya, Swîsre, Holanda, Belçîka, Fransa, Îtalya, welatên Îskandînavya û Kanadayê dawiya heftiyê Kurd û dost li dijî dagirkeriya Tirk li qadan bûn.
Çalakî bi pêşengiya Defend Kurdistan ango Înîsiyatîfa Parastina Kurdistan û KCDK-E pêk hatin.
Li Almanyayê li 6 bajarên cûda çalakî hatin lidarxistin û bi hezaran Kurd û dost beşdar bûn.
Bi hezaran kesên dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê şermezar kirin, berxwedana gerîla silav kirin.
Di heman demê de daxwaza azadiya Rêber Apo û yekîtiya netewî bilind kirin.
Li Fransayê jî di serî de paytext Parîs û Marsîlyayê li gelek deveran çalakî hebûn.
Li Swîsre Baselê çalakiya navendî pêk hat.
Li Swêdê jî li bajarên Goteborg û Stokcholmê çalakî pêk hatin.
Di çalakiyan de hêrsa li dijî dagirkeriya Tirk û silavên ji bo berxwedana gerîla derketin pêş.
Li Danîmarka û Fînlandiyayê jî çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiya li paytexta Brîtanyayê Londonê de jî hêrsa li dijî dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê hebû.
Li Kibris Lîmasolê jî, kurd û dostan tevî şermezarkirina dagirkeriya Tirk daxwaza azadiya Rêber Apo û yekîtiya netewî bilind kirin.