Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Hozat: ‘Dibe ku HDP’ê bigrin jî, lê nikarin fikrên HDP’ê ji holê rakin’

 

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT
FAŞÎZMA MÊTINGER Û QIRKER HEBÛNA HDP’Ê WEKE TINEBÛNA XWE DIBÎNE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat der barê siyaseta li Tirkiyê, êrişên li ser HDP’ê û têkoşîna li dijî pergala faşîst ji ANF’ê re nirxandin kirin.

Faşîzma AKP-MHP’ê di van demên dawîn de êrişên xwe yên li ser HDP’ê dijwartir kirine. Besê Hozat sedemên êrişan wiha şîrove kir:

Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê ji bo li pêyan bîmîne şerekî topyekûn dimeşîne.

Êrişên li dijî HDP’ê jî parçeyekî vî şerî ne.

Rejîma faîst dixwaze hêzên civakî, muxalefetê bi giştî bi şîdetê bêdeng bike.

Li aliyê din HDP tekane hêz e ku muxalefeta civakî dike.

Ji ber wê jî îktîdara faşîst di hebûna HDP’ê de tinebûna xwe dibîne.

Besê Hozat diyar kir rejîma faşîst ditirse ku fikr û bermaneya HDP’ê li temamiya Tirkiyê belav bibe:

Dema ev çêbû ew zîmena faşîzm li serê mezin dibe li holê namîne.

Çi nirxên ku HDP lê xwedîderdikeve AKP neyarê wê ye.

Rejîma AKP-MHP’ê neyarê adalet û wekheviyê ye.

Rejîma faşîst neyarê demokrasiyê, xwezayê û jinan e.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT
KUJERÊ DENÎZ POYRAZ ÎKTÎDARA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê YE

Besê Hozat der barê êrişa li dijî HDP’a Îzmîrû û qetilkirina Denîz Poyraz jî ev nixandin kirin:

Ji ber ku ev rejîm bi xwînê xwe xwedî dike, êriş dike.

Sedma êrişa li dijî Denîz Poyraz jî ev e.

Dixwestin hemû rêveberên HDP’ê qetil bikin.

Pêkanîna qetlîameke wisa lawaziya îktîdara AKP-MHP’ê nîşan dide.

Kujerê Denîz Poyraz îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê ye.

Kujer çeteyekê serçete Suleyman Soylu ye.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT
DIBE KU HDP’Ê BIGRIN JÎ LÊ NIKARIN FIKRÊN HDP’Ê JI HOLÊ RAKIN

Besê Hozat îşaret bi doza girtina HDP’ê jî kir û destnîşan kir ku wê rejîm di daxwaza xwe de negihîje serî:

Dibe ku di encamê de HDP’ê bigrîn jî.

Lê ew nikarin paradîgma û fikrên HDP’ê ji holê rakin.

Fikrên HDP’ê di nava civakan de haveyn girtiye.

Çawa her sibeh roj hiltê HDP jî weke rojê hiltê û civakê ronî dike, hişyar dike.

Ev qederê HDP’ê ye ku Tirkiyê bi rê ve bibe.

Hêza AKP-MHP’ê tine ku vê qederê biguherînin.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT
LI DIJÎ REJÎMA FAŞÎST LAZIM E HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ BIBIN YEK

Besê Hozat destnîşan kir ku îktîdara faşîst ketiye prosesa hilweşînê û dem ew dem e bi têkoşîna hevpar were birêxistinkirin:

Tekane rêya rizgariya ji faşîzmê têkoşîna hevpar e.

heke hisabên biçûk neyê kirin avakirina tifaqa demokrasiyê ne zehmet e.

Heke em behsa astengiyekê bikin ew jî hêzên demokrasiyê bi xwe ne.

Zîhniyeta teng, îktîdarparêzî, berjewendîperestî asteng e.

Dibêjin, bila biçûk be lê ya min be, bila Kurd jê feydeyê nebînin.

Lazim e ku bi lezgînî ev rewş were derbaskirin.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT
TÊKOŞÎNA HEVPAR A JINAN DIKARE HEMÛ CIVAKÊ RAKE SER PIYAN

Besê Hozat îşaret bi têkoşîna jinan a li dijî rejîma faşîst kir û wiha got:

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dijminê jinan e.

Ev rejîm polîtîkaya qirkirina jinan dimeşîne.

Êrişî hemû destkeftiyên jinan dike.

Li dijî van êrişan jî jin têkoşîneke xurt dimeşînin.

Li dijî vê rejîmê berxwedana herî mezin jin bi pêş dixin.

Têkoşîna jinên Kurdistan û Tirkiyê îktîdarê dihejîne.

Têkoşîna hevpar a jinan dikare hemû civakê rake ser piyan.

Dema ev pêk were jî wê faşîzma hejiyayî hilweşe û biçe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv