Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Erdogan Li Amedê dîsa bi polîtîkayên qirkirinê gef xwar

 

LI MIZGEFTA BOMBE KIRIBÛ Û ŞEWITANDIBÛ NIMÊJ KIR
ERDOGAN LI AMEDÊ DÎSA BI POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ GEF XWAR

Û îro çû nimêja Înê li Mizgefta Kurşunlu ya navçeya Amedê Sûrê kir.

Em behsa şefê faşîst ê dewleta Tirk Tayîp Erdogan dikin, ku ji nişka ve biryara çûyîna Amedê dabû.

Erdogan piştî nimêjê dîsa weke her carê bi derewên xwe û şerê taybet rabû û got, PKK ev mizgeft bombe kiribû û veguherandibû xirbeyekê.

Şefê faşîst paşê jî bi endamên partiya xwe re li saloneke girtî civiya.

Li vir jî gefên xwe yên berê li dijî gelê Kurd û HDP’ê dewam kirin.

Û bi xwe eşkere kir, ku ew ji bo xurtkirina şerê taybet ê li dijî gelê Kurd hatiye Amedê.

Tayîp Erdogan ji bo vê serdana xwe ji bilî bi sedan parêzvanên xwe, bi hezaran polîs jî erkdar kirin.

Ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran polîs bi otobûsan sewqî Amedê hatin kirin.

ERDOGAN LI AMEDÊ GEFA QIRKIRINÊ DUBARE KIR
AMEDÎ: TI MANEYA HATINA WÎ NÎNE, TENÊ ME ACIZ DIKE

Amediyan jî li dijî hatina Erdogan nerazîbûn nîşan dan.

Yek bi yek ji ajans, rojname, televîzyon û malperên nûçeyan re gotin, em wî naxwazin.

Ew kujer e, sebeba xizaniyê jî ew e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv