Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Hozat: ‘Berxwedana gerîla ji niha ve di dîroka Kurdistanê de cihê xwe girtiye’

 

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
BERXWEDANA GERÎLA JI NIHA VE DI DÎROKA KURDISTANÊ DE CIHÊ XWE GIRTIYE

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat der barê berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê de nirxandinên berfireh kirin.

Besê Hozat gerîlayên li çeperên Avaşîn, Zap, Metîna û temamiya Kurdistanê li dijî dagirkeriyê şer dikin silav kir:

Bi rastî jî hevrêyên me li Avaşîn, Zap û Metîna dîrokeke nû ya berxwedanê dinivîsin.

Ev berxwedan ji niha ve di dîroka Kurdistanê û mirovahiyê de cihê xwe girtiye.

Heke ev berxwedana nebûya kurd bi temamî wê bihatana qirkirin.

Heke têkoşîna gerîla nebe, wê statuya Başûr jî ya Rojava jî ji holê were rakirin.

Gerîla hêza parastina statuya Başûrê Kurdistanê ye jî. Garantiya vê statuyê ye.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
JINÊN KURD BI SERFIRAZÎ LI BER XWE DIDIN Û JI BO AZADIYÊ ŞEHÎD DIKEVIN

Besê Hozat der barê berxwedana gerîlayên YJA Starê de û têkoşîna jina kurd jî wiha axivî:

Gerîlayên YJA Starê ji berxwedanê re pêşengiyê dikin.

Çawa ku li Heftanînê bi vê rolê rabûn niha li Avaşîn, Zap û Metîna jî li pêş in.

Gerîlayên YJA Starê, temsîla rûmet û azadiya jinên kurd dikin.

Heke jinên gelekî bi serfirazî li ber xwe didin û ji bo azadiyê şehîd dikevin,

Wê demê ew têkoşîn bi ti awayî naşikê û têk naçe.

Gerîlayên jin ji şaristaniya zilamê serdest ê faşîst hesab dipirsin.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
QEDERA TEMAMIYA KURDISTANÊ BI HEV VE GIRÊDAYÎ YE

Besê Hozat îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî dagirkeriya tirk kir û wiha dewam kir:

Qedera temamiya Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye.

Heta doza kurdî li beşa Bakurê Kurdistanê çareser nebe li beşên din jî çareser nabe.

Ji ber ku navenda polîtîkayên qirkirinê li vê derê di pratîkê de ne.

Li vir çareser bibe wê li beşên din jî azadî û deskeftî mîsoger bibin.

Niha ji bo vê dewleta Tirk dixwaze têkoşîna gerîla biqedîne.

Da ku bikaribe qirkirina kurdan bi encam bike.

Gerîla rê nade vê yekê, rê nade van pîlanan.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
DIVÊ CIWANÊN KURD TEVLÎ REFÊN GERÎLA BIBIN Û TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN

Besê Hozat destnîşan kir ku tekane hêza li dijî pîlanên qirrkirinê yên dewleta Tirk disekine gerîlayên azadiya Kurdistanê ne:

Parastin û mezinkirina gerîla di heman demê de xweparastin e.

Xwedîderketina li xwe û li azadiya xwe ye.

Li ser vî esasî lazim e ciwan li dijî êrişên dagirkeriyê tevli gerîla bibin.

Em bang li ciwanan dikin werin li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêzin.

Divê ciwan li her qadê ji faşîzmê hisab bipirsin.

Mîras û dîrokeke wiha ya ciwanên kurd heye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv