Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Hozat: ‘Hêzên cîhanê bi pergala Îmraliyê dixwazin dîzayna li Rojhilata Navîn bi encam bikin’

 

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
HÊZÊN CÎHANÊ BI PERGALA ÎMRALIYÊ DIXWAZIN DÎZAYNA LI ROJHILATA NAVÎN BI ENCAM BIKIN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat der barê rojevê û geşedanên dawî de ji ANF’ê re nirxandinên berfireh kirin.

Besê Hozat destpêkê der barê Pergala Tecrîd û Îşkenceyê ya Îmraliyê de axivî:

Li Îmraliyê rejîma qirkirin û şerê taybet di meriyetê de ye.

Ev pergal ji aliyê Amerîka, Îngilistan, Îsraîl û dewletên Ewrûpayê hatiye danîn.

Dewleta tirk jî li vir gardiyaniya wan dike.

Di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê Rêber Apo di tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin.

Der barê sedema domandina vê rejîma qirkirinê de jî Besê Hozat ev nirxandin kirin:

Hêzên cîhanê dema dîzaynkirina Rojhilata Navîn dixwazin Rêber Apo bê bandor bikin.

Ew dixwazin kelemên li pêşiya xwe ji holê rakin.

Tevgera Azadiyê ji holê rakin.

Bi Komploya Navnetewî dest li herêmê werdan.

Di dema dîzayna herêmê de jî bi tasfiyekirina Rêber Apo dixwazin encamê bigrin.

Êrişên li dijî başûrê Kurdistanê jî parçeyek ji vê pîlanê ne.

HEVSEROKA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê BESÊ HOZAT:
TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA RÊBER APO DI HEMAN DEMÊ DE TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE

Besê Hozat destnîşan kir ku heta pergala Îmraliyê dewam bike li Tirkiyê hiqûq û edalet tanzîm nabe:

Xwedîderketina li Rêber APO xwedîderketina li edaletê ye.

Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ye jî.

Li Strasbourgê bi salane Nobete Azadiya Ocalan tê lidarxistin.

Bi saya vê çalakiyê cîhan zêdetir Rêber Apo nas kir. Ez çalakgeran silav û pîroz dikim.

Ji bo ku armanca me azadiya fizîkî ya Rêber APO ye divê em zêdetir bixebitin, têbikoşin.

Di encama têkoşînê de teqez wê azadiya Rêber Apo pêk were.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv