Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Erzîncan: Berxwedana jinan wê tecrîda li ser Rêber Apo bişkîne 11.03.2021

 

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN
“JINAN 8’Ê ADARÊ XETA TÊKOŞÎNA 2021’Ê DESTNÎŞAN KIRIN”

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJKê Besê Erzîncan pirsên Ajansa ANFê der barê têkoşîna jinan û êrişên li dijî wan bersivand.

Besê Erzîncan di destpêka axaftina xwe de çalakiyên 8ê adarê ku tevî hemû astengiyan pergalê pêk hatin nirxand.

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN
“JINAN 8’Ê ADARÊ XETA TÊKOŞÎNA 2021’Ê DESTNÎŞAN KIRIN”

Besê Erzîncan diyar kir ku xwepêşandanên 8ê Adarê di çarçoveya pêngava tevgera wan a “Li Dijî Qirkirina Jinê, dema parastina jin û Civaka Azad e” pêk hatine.

Jinên Kurd, bi rihê serkeftinê bi hêz û moraleke mezin daketin kolanan

Tevî hemû êrişên qirkirina jinê jî bihara jinê tê jiyîn.

Li Cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê jinan xeta azadiyê nîşan da.

Careke din dirûşma me ya “Jin Jiyan Azadî” li dinyayê deng veda

Îsal jinan rihê şoreşa jinê bi awayeke xurt nîşan dan.

Xeta têkoşîna sala 2021’an di 8’ê Adara de destnîşan kirin.

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN
“BERXWEDANA JINAN WÊ TECRÎDA LI SER RÊBER APO BIŞÎKÎNE”

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ku 8’ê adarê mijara sereke ya jinan bû, Endama Koordînasyona KJKê wiha nirxand.

Heqîqeta azadiya jin ku ji aliyê Rêber Apo ve hat avakirin, îro pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya hemû jinên cîhanê re dike.

Rêber Apo hevrêyê heqîqî yê hemû jinên azadîxwaz e.

Bi saya Rêber Apo, jiyaneke nû ya bi jin û zilamê azad şikil digre.

PKK û PAJK, weke partiyên ku felsefeya jiyaneke alternatîf a wekhev û azad bi gewde û mezin dibin.

Berxwedana jinan wê tecrîda li ser Rêbertiya me bişkîne.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîcan bal kişand ser zext û zordariya dewleta Tirk a li ser jinan.

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN
“JIN DIVÊ LI DIJÎ PERGALA DEWLET-MÊR PERGALA ALTERNATÎF PÊŞ BIXIN”

Dewlet hewl didin bi taktîkên nû jinan hepsê malê bikin

Jinên ku ne xwedî xweperastin in, nikarin xwe biparêzin.

Tevgerên jinan divê bernameyên rêxistinî pratîk bikin.

Jin li dijî sazûmaniya Dewlet-Mêr divê pergala xwe ya alternatîf pêş bixin.

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN
“JIN Û CIWAN WÊ LI QADAN TÊKOŞÎNA HEVBEŞ PÊŞ BIXIN”

Besê Erzîncan daxuyakirin ku di serdema nû de divê têkoşîna Jin û Ciwanan bi hev re bê meşandin:

Modernîteya kapîtalîst bêhtir jinên ciwan dike hedef.

Di nav civakê de yên bi her awayî tên pelçiqandin jinên ciwan in.

Ji ber vê jî tevgerên jin û ciwanan ji niha û pê de wê têkoşîneke hevpar bidin.

Endama Koordînasyona KJKê îşaret bi têkoşîna jinan hevpar a cîhanî kir û wiha dibêje:

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN
“XURTKIRINA YEKÎNE Û TIFAQÊN JINAN STRATÊJÎK E”

Tevgerên azadiya jinan ji dîrok û mîrateya jinan encamên girîng derdixin.

Tevgerên jinan êdî zêdetir ji tecrûbeyên hev sûdê werdigirin.

Neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk, li cîhanê jî bi pêşengiya jinan, bi rêxistiniya konfederalîzma demokratîk a jinan wê pêş bikeve.

Divê li hemû qadên cemaweriyê jiyan ji nû ve were afirandin.’

Êdî li cîhanê her dever qada şoreşê ye.

Geşkirina yekîne û tifaqên jinan, ji hêla têkoşîna azadiya jinê ve stratejîk e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv