ENDAMA KONSEYA LEŞKERÎ YA YJA-STAR’Ê BÊRÎTAN DERSIM:
JIN BÛ ARTÊŞ Û LI HEMBERÎ DESTHILATDARIYA ZILAM DISEKINE
Endama Konseya Leşkerî ya YJA-Starê Bêrîtan Dêrsim, bû mêvana bernameya Taybet a televîzyona me û mijarên di rojevê de nirxandin.
Bêrîtan Dêrsim, 8’ê Adarê wekî roja têkoşîn û berxwedanê pênase kir û got; Ji bo me her roj bûye 8’ê Adarê û bi têkoşînê derbas dibe.
Bêrîtan Dêrsim, li ser mijara artêşbûna jinê jî sekinî.
Endama Konseya Leşkerî ya YJA-Starê diyar kir ku bi saya Rêber Apo têkoşîna jina Kurd îro li çar aliyê cîhanê deng veda ye.
ÊRIŞÊN QIRKIRIN Û DAGIRKERIYÊ
BÊRÎTAN DERSIM: KURDEK TENÊ JÎ BIMÎNE WÊ PKK NEQEDE
Li ser êrişên qirkirinê jî Bêrîtan Dêrsim got; yek kurdek tenê jî bimîne wê PKK neqede.
Bêrîtan Dêrsim mijara hevkariya AKP û PDK’ê jî nirxand û bal kişand ser pêşwazîkirina serçete Nasir Herîrî ji aliyê PDK’ê ve.
ROLA XWEPARASTINÊ
BÊRÎTAN DERSIM: ŞERÊ ME JI BO PARASTINA JIN, CIWAN Û CIVAKÊ YE
Endama Konseya Leşkerî ya YJA-Starê li ser rola xweparastinê jî sekinî û got; Îsal sala hesap-xwestinê ye.