Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedêrên Keleha Werxelê: ‘Wê ev berxwedan bizivire pêngava êriş û tolgirtinê’

 

Berxwedêrên li Werxelê yê li Avaşîn li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk nêzî 5 meh in bê navber tevî her cûre teknîk û bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî li ber xwe didin peyam dan û got: “Pêngav wê vegere êrîş û tolhilgirtinê.”

Berxwedêrên li Werxelê ya Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî li ber xwe didin, bi rêya bêtêlê peyamek dan.

Peyama Berxwedêrên Werxelê wiha ye:

“Di operasyona Avaşîn a ku 4 mehên xwe tijî kirî de, gelek hevrêyên me bi fedekariyeke mezin tevlêbûn. Bi jiyana xwe berdêl dan û şehîd ketin. Ev nirxên ku wan hevrêyan ava kirî wê bibe çiraya mirovahiyê û her tim bijî. Ew ê her tim ji rêya me re bibe ronahî. Em di şexsê wan hevrêan de hemû şehîdan bibîr tînin. Em ê her tim xwedî li bîranînê wan derkevin.

‘DAWIYA WAN NÊZÎK IN’

Yên ku îro li hember êrîşên neyar ber xwe didin, di serî de ji Rêber Apo, hemû hevrêyan û ji gelê xwe re silav û hezkirinê xwe dişînin. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ti caran neqediya, naqede û wê her tim berdewam bike. Ev êrîş jî diyar dikin ku dawiya wan hatiye. Ji ber ku vê rastiyê dizanin, bêyî ku pîvanan nas bikin êrîş dikin. Dixwazin xwe ji ber vê rastiya ku jê direvin xilas bikin.

‘BERXWEDANA ÇIYAN BELAVÎ BAJANA BIBE’

Me ala berxwedanê ya çanda Apoyî, yê ku li zindana Amedê çong li neyaran tewand hilgirt ser milê xwe. Ger xeta berxwedêr a Apoyî ya ku Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Elî Çîçek û Akîf Yilmazan berdewam bike, her ku neyar êrîş bike, wê ewqas wê têk biçe. Dewleta Tirk li zindana Amedê hemû şêwazên hovane bikar anî. Lê berxwedan neqediya û mezin bû. Belavî 4 perçeyên Kurdistanê bû. Hêvî û bendewariya me jî ew e ku; ev berxwedan ji çiyayan derbasî bajaran bibe û belavê 4 perçeyên Kurdistanê bibe. Berxwedana ku bi Kemal û Xeyriyan heta Serhed û Şerzanan dirêj bûyî, wê tenê ne dewleta Tirk a dagirker xeta hevkariyê ya îxanetê jî bavêje sergoya dîrokê. Di vî warî de heta dawiyê baweriya me heye.

‘BÊ NAVBER DERVEYÎ PÎVANAN GAZJÊN JEHRÎ BIKAR TÎNIN’

Neyar her roj gaz bi kar tînin û teqemeniyan pêk tînin. 4 heyv in operasyon berdewan dike û 90 roj e gaz bi kar tînin û teqemeniyan pêk tînin. Gaza ku bikar tînin piraniya wan kîmyewî ne. Lê ew gazên ku têne bikaranîn bi şêwaza dayika xweza dayî me, hate bêbandorkirin. Bikaranîna gazê 90 roj e bênavber berdewam dike. Bi heman şêwazê bi tonan teqemenî bikar anîn. Lê belê şikêrên Zagrosan ên bi heybet li ber xwe dan û wê hîn jî li ber xwe bide. Dîsa hatin ber tunêlên şer xwestin êrîş bikin. Lê li hember vê hevalan li ber xwe dan û gavek xwe paşve dan. Ev jî nebû bi balafirên şer û yên bêmirov êrîş dikin. Hemû rêbazên ku para xwe ji mirovahiyê negirtî bikar anîn. Xuyaye wê hêj jî bi kar bînin. Bêyî ku destûr û pîvanan nas bikin, hemû şêwazan bikar tînin.

‘KELHA WERXELÊ WÊ LI BER XWE BIDE’

Leşkertî karekî bi şeref û rûmet e. Dewleta Tirk şeref û rûmet xistiye bin piyê xwe. Ji dîrokê jî em dizanin pîvan û destûrên şer hene. Her leşkerek li ser ‘bi şeref û rûmet jiyankirinê’ sond dixwe. Di dewleta Tirk û koleyên wê de ev şeref û rûmet nemaye. Ger ku ji mirovahiyê kêmek be jî par girtibin, bê ku pîvan û destûran nas bikin, ewqas êrîş nedikirin. Kela Werxelê ruxmê hemû êrîşan 90 roj e li ber xwe dide û wê hîn jî li ber xwe bide. Bi van kiryarên xwe yên hovane nikarin tiştekî bi dest bixin. Ger dest bixin jî ev destkeftî dibe nîşaneya rûreşî û rastiyan wan a bi şerm.

‘ÇIQAS XETA XIYANETÊ HEBE JÎ, KURDISTAN TIM LI DIJÎ MIJOKDARIYÊ BÛYE KELHA BERXWEDANÊ’

Di vê demê de ew ji bo binketina xwe ya li hember wîjdana mirovahiyê veşêre ketine nava hewldanan. Em jî serkeftina xeta berxwedanê ya Kurdan carekê din dinivîsînin rûpelên dîrokê. Dewleta Tirk bêfikar êrîşî hemû nirxên me dike. Tiştên ku di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin, li ser gelê me rewa dibînin. Di milekî de êrîşî Kurdan dike, di milekî din de jî behsa Kurd û biratiyê dike. Ew jî durûtiya wan nîşan dide. Her çiqas xeta xiyanetkar hebe jî Kurdistan her tim li hember mijokdariyê bûye keleha berxwedanê. Çanda Apoyî di vê axê de her tim tiştên xweş, baş û rast çandiye. Em wek parêzerên hemû nirxên mirovahiyê, hezar sal jî derbas bibin kiryarên dewleta Tirk ên qirej ji bîr nakin.

‘BERXWEDAN WÊ VEGERE TOLHILDAN Û ÊRÎŞÊ’

Ev berxwedan di me de kîn xofa hezar salan diçîne û ava dike. Em ê vê kîn û xofê belavê çar perçeyên Kurdistanê bikin. Kesên ku li ser axa Kurdistanê dijîn divê vê rastiyê bizanibin. Bêhn girtina me jî her tim pergala wan xirab dike. Di her êrîşê de em wek kêran tûj dibin. Em êrîşên li ser nirxê xwe yê herî mezin Rêber Apo, ti caran ji bîr nakin. Gerek dewleta Tirk û hevkarên xwe bizanibe ku me sond xwariye; hezar sal jî derbas bibe em kiryarên wan ji bîr nakin. Em jî vê diyar dikin; ev berxwedan bi demê re wê cihê xwe bi tolhildan û erîşê re biguhere!’’

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv