Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCÊ-E: Mafê Êzidiyan heye ku xwe biparêzin û xweser bin

KCÊ-E bal kişand ser hilbijartina Iraqê ku wê 10’ê Cotmehê pêk bê û got: “Eger bi qasî misqalekî demokrasî heye, mafê Êzdiyan jî heye xwe biparêzin. Eger federalî heye, mafê Êzdiyan jî heye ku xweserbin û nûnerên xwe bişînin parlemena Iraq ê.

Koordînasyona Civaka Êzdî ya Ewropayê (KCÊ-E) li ser hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê daxuyaniyek nivîskî da

Daxuyaniya KCÊ-E ev wiha ye:

“10 Cotmehê 2021’an, roja Yekşemê, hemwelatiyên Iraq ê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve, wê ji bo dengdanê biçin ser sindoqan û îradeya xwe beyan bikin.

Hilbijartin şertekî bingehîn yê demokrasiyê ye. Mafê hilbijartin û dengdanê mafekî rewaye û ev mav li gorî krîter û pîvanên gerdûnî bi zagonan hatiye pesendkirin. Lê hêjayî gotinê ye ku li gelek welatan, bi taybetî li Rojhilata Navîn ev maf ji hêla hêzen despotîk, monarşîk, olîgarşîk û dîktator ve tê binpêkirin. Ev hêzên navbûhirî li ku desthilatdarbin ew bi ti aweyan destûrê nadin ku gel bi şêwazekî azad îradaya xwe beyan bike. Ew mîna tîranan xwe li ser gel ferz dikin. Ji hemwelatiyên xwe re dibêjin; ‘Tu dikarî bibî namzet û tu dikarî dengê xwe jî bidî. Lê eger tu bidî min û partiya min tu azad î.’ Ji bo wê jî, di pêvajoya hilbijartinan de du çekan dixînin meryetê;

Yekem: Bi gef û darê zorê dixwazin, bi tirsandin, çewisandin û bê îradekirinê dengên gel bi kotek bistînin.

Duyemîn: Eger ya yekê bi ser neket bi madî, dirav, derew, bêbextî û dek û dolaban dengdanê li gor xwe eyar bikin.

Bê guman, em baş pê serwextin ku Iraq ne welatekî navenda demokrasiyê ye û ne jî xwedî pîvan û felsefeya hemdem ya vê serdemê ye.

Iraqê piştî hilweşandina dîktatoriya Saddam hê çi ber xwe nedîtiye. Ne jî roteya pêşeroja xwe zelal kiriye. Sê hêzên sereke yên desthilatdar, Suna, Şîa û Kurd, her sê bi hev re di nav nakokiyên mezin de ne. Ev hêz feodal in, mezhebperestin, ceberûtin her yek plangeriya şikandina ya din dike. Sê hêzên ku ji neçarî bi hev re ne. Tayê pêwendiyên wan pir qels û lawaze, kes nikare texmîn bike ku ev ta wê kengî li ku biqete. Wekî din jî, ji ber vê rewşa Iraqê ya nazik û lawaz hemî hêzên rêvebiriya cîhanê bandor dikin, tilya wan di nava Iraqê de heye. Lema hilbijartinên Iraqê ji her welatê bêhtir bala cîhanê dikşîne û cîhanê bi giştî eleqedar dike.

Hilbijartinên parlemena Iraqê ji bo tevahiya Iraqê di pêvajoyek pir hesas û giring de pêk tên. Ji bo civaka Êzdî û Şengalê jî ev pêvajoya hesas û giring hîn dijwartir e. Li aliyekî êrîş, gef û zextên dewleta Tirk a dagirker, li aliyê din jî hevkarê wê hikûmeta Kazimî û PDK, hewl didin bi hemû hêza xwe vîn, hebûn û îradeya azad a civaka Êzdî têk bibin û carekdin civaka Êzdî bê siberoj û parastin bihêlin. Bi vê yekê jî Şengalê ji Êzdiyan vala bikin cih û warê wan dagir bikin û koka wan ji ser erda wan biqelînin.

Mixabin ji ber ku Êzdî di nav xwe de ne xwedî tifaq û yekdeng in. Ev hêz siyaseta teslîmiyetê li ser wan farz dikin û dixin meriyetê. Êzdiyên Şiengalê û yên Welat Şêx ji berê de bi hev re bi nakok in û ava wan di cokekê re naherike. Ji xwe Êzdiyên Welat Şêx di bin desthilatdariya PDK ê de hilmçikyayî bûne. Ewqas zext li ser wan heye ku nikarin xwe bilivînin. PDK li ser navê Êzdiyan kê bike namzet, Êzdiyên Welat Şêx neçarin dengê xwe bidin wî/ê. Ne ji hedê wane ku dervayî xwesteka PDK’ê tevbigerin. Ev rastiya vê herêmê ye. Ka namzetên li ser navê Êzdiyan di lîsteya PDK ê dene, kîjan ji wan bi daxwazî û vîna Êzdiyan bûye namzet?

Çi Êzdiyê li ser navê Êzdiyan bûye namzet, li welat şêx yan li Şengalê, eger îxaneta 3.8.2014’an bi lêv neke, rastiya dîrokê înkar bike, di lîsteya ewên bêbextî li Êzdiyan kirine de cî bigrin, xweseriya Şengalê neparêze, wê çawa bibe nûnerê Êzdiyan? Wê bi kîjan xebatê birînên Şingalê derman bike û bibe nûnerê hawara Êzdiyan?

Di hilbijartinên 10’ê Cotmehê de, wê Partiya Azadî û Demokrasiyê a Êzdiyan PADÊ ji bi namzetê xwe Şêx Semîr Derwêş beşdar bibe. Lê PDK hemû cûre siyaseta dijminatiya civaka Êzdî kiriye meriyetê. Serî li hemû cûre rê û rêbazên qirêj dide, da ku Êzdî û PADÊ di hilbijarinên 10‘ê Cotmehê de bisernekevin. Ji êrîşên fîzikî bigre heya şerê taybet. Di vê çerçoveyê de herî dawî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hewldanên PDK’ê hene ku bi hêzên çekdarî were Şengalê û ev peyam da: ‘Em ji raya giştî re îlan dikin, eger hêzên çekdarî yên PDK’ê werin Şingalê emê bi tu awayî qebûl nekin, em ê li hemberî wan berxwedaneke mezin bikin û emê parastina xwe bikin.’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bal kişand ser hilbijartinên ku wê di 10’ê Cotmehê de pêk werin û got; Di hefteya dawî ya hilbijartinê de ji hêla PDK’ê ve anîna hêza çekdar li Şengalê provokasyon e, tevlihevî avakirin e! Derket holê ku di vê hilbijartinê de berendamê PDK’ê bi giştî û li Şingalê bi ser nakevin û tê xuyakirin di nav partiya wan de pirsgirêkên cidî hene. Dixwazin vê binkeftina xwe bi şer, pevçûn û provokasyonan veşêrin!

Em jî Koordînasyona Civaka Êzdî Ewropayê dibêjin ku wê PDK û desthilatdariya Kazimî nikaribe vîna civaka Êzdî û îradeya we a azad têk bibe û ewê nikaribin carekdin vê civakê vegerînin beriya 3‘yê Tebaxa 2014‘an û teslîm bigrin. Civaka Êzdî piştî 3’yê Tebaxa 2014‘an li Şengalê bi ked û derfetên herî kêm, di nav xweliya qirkirinê de, mîna ku yek latê bi tiliyan bikole, bi êş, birîn û bi xwîna hezaran cangoriyan, modelek û pergalek li ser hîmê azadî, wekhevî, demokrasî û rastiya civakan hat avakirin. Ji meclîsên tax, gund, bajarok û bajaran bigre, heya dibistan, dezgehên tendirûstî, çandî û yên rêveberiya civakî hatine damezrandin. Êdî îro ji ber ku zarokên wî gelî erka xwe ya asayî û parastinê pêk tînin û 24 saetan di nobetê de ne, dayik, bav, xûşk û birayên wan bi aramî serê xwe dideynin û dijîn. Cara yekemîn di dîrokê de, ne kesekî xerib û kesên xwecihî wir diparêzin.

Ji ber van sedeman jî, dengdayîna PADÊ, dengdayîna Statuya Şengalê ye, Serketina Şêx Semîr Derwêş, serketina Xweseriya Demokratîk a Şengalê û bicihanîna xwewn û armancên cangoriyên Êzdîxanê ye. Dengdayîna PADÊ û serketina wê ya di hilbijartinan de, têkçûna peymana 9’ê Cotmehê ye. Serketina PADÊ tacîdarkirina berxwedana Şengalê ye. Serketina PADÊ û Şêx Semîr Dewrêş, serketina îradeya azad a civaka Êzdî ye. PADÊ partiya xweserî, berxwedan, pêşigirtina ferman û qirkirinê ye. PADÊ partiya jiyana hevbeş û demokratîk e.

Em bang li hemû civaka Êzdî, gelê Kurd û dostan dikin ku piştgiriya xwe a bi Şengalê û PADÊ re xurt bikin û rê nedin ku êrîş bên ser Şingalê. Bi taybetî jî em bang li hemû Êzdiyên hemwelatiyê Iraqê, yên xwedî mafê dengdanê dikin ku, di 10‘ê Cotmehê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş û hêviyê cangoriyê 74 fermanan bicih bînin.

Û dibêjin; Eger bi qasî misqalekî demokrasî heye, mafê Êzdiyan jî heye xwe biparêzin. Eger federalî heye, mafê Êzdiyan jî heye ku xweserbin û nûnerên xwe bişînin parlemena Iraq ê.

Divê hemû Êzdî ji noker û xiyanetkarên ku hevkariyên bi dijminê vê civakê re dikin bêjin êdî bese. Cihê kesên ku nûnertiya siyaset û hişmendiya hêzên qirker û dagirker dikin di nav vê civakê de tûneya. Wê civaka me di 10‘ê Cotmehê de bi dengên xwe sîleyekê li rûyê dijminên vê civaka û nokeran bide û xeta azadiyê ya hazaran salan bişopîne.

Em bang li PDK’ê û hikûmeta Kazimî dikin ku dev jî van êriş û provakasyonan berdin û bela xwe ji civaka Êzdî û Şingalê berdin. Eger hûn di vê siyaseta xwe ya despotîk û dagirker bernedin, wê ev yek bibe sedema têkçûna we.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv