BERXWEDANA ŞENGALIYAN
“KÎ ÎRADEYA ME NASNEKE, EMÊ JÎ WAN NASNEKIN”
Li dijî peymana 9’ê Cotmehê ya PDK, Iraq û Dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Şengalê, berxwedana civaka Êzidî û pêkhateyên din ên Şengalê didome.
Ev 47 roj in, Şengalî li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê kon vedane.
Ji gund, komelgeh, bajarok û navenda Şengalê Êzidî û pêkhateyên din beşdarî çalakiyê dibin.
Yek ji çalakgeran Rûspî Xelef Talan li ser çalakiyê û biryardariya Şengaliyan axivî û destnîşan kir, ku bingeha êriş û zextan hemûyan çavkaniya xwe ji PDK’ê ye.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ŞENGALÎ: JI BO AZADIYA RÊBER APO RABIN SER PIYAN
Civaka Êzidî li Şengalê azadiya fizîkî ya Rêber Apo weke mîsogerkirina azadiya xwe dibîne.
Ji ciwanan heta ixtiyarên Şengalê bang li her kesî dikin, ku ji bo azadiya Rêber Apo rabin ser piyan.