LI NAVBERA TIL TEMIR Û ZIRGANÊ TEVGERA DAGIRKERIYÊ
ARTÊŞA TIRK TEVÎ TANKAN ÇEKÊN GIRAN VEDIGUHÊZÊ HERÊMÊ
Li Rojavayê Kurdistanê, Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe re, li gundê Til Menaxê yê li Bakurê Til Temirê li ser rêya navçeya Zirganê di nava livûtevgerê de ye.
Tevî tankan, çekên giran û hêzeke zêde ya eskerî veguhest herêmê.
Li gundê Menaxê tankên xwe bi cih kirine.
Girê vî gundî cihekî stratejîke di navbera Til Temir û Zirganê de.
Bi awayekî hemwext artêşa dewleta Tirk bi çeteyên xwe re li ser gundên Til Temirê û Zirganê jî êrişên xwe zêde kirine.