BERXWEDANA ŞENGALÊ
ŞENGALÎ DI DAXWAZÊN XWE DE BI ISRAR IN
Welatiyên Şengalê li dijî peymana Bexda û PDK’ê bi armaca piştgiriya Asayişa Êzidxanê, çalakiya xwe didomînin.
Çalakî bi dirûşma “Em hemû asayîş in” ev 24 roj e dewam dike.
Xelkê Şengalê qefle bi qefle serdana kon dike.
Ji xelkê Xanesorê Hecî Kulî diyar kir ku heke asayişa wan nebe ew nikarin li malên xwe de rehet bimînin.