Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana girtiyên azadiyê di roja 29’an de ye 25.12.2020

 

BERXWEDANA LI ZINDANAN DI ROJA 29’AN DE YE
LI GEL TEHDE Û ZEXTÊN REJÎMA FAŞÎST JÎ BERXWEDAN BI BIRYARDARÎ DIDOME

27’ê Mijdarê dîlên azadyê li zindanên dewleta tirk a dagirker bi çalakiyekê Pêngava Dem Dema Azadiyê silav kir.

Ji wê demê ve ye dîlên azadiyê ji bo azadiya Rêber Apo kom bi kom dikevin greva birçîbûnê.

Çalakiya ku ji aliyê koma 6’an ve tê domandin di roja 29’an de ye.

Rejîma faşîst ji bo vê berxwedanê bişkîne zext û tehdeyên xwe, pêkutî û îşkenceyên xwe zêde kirine.

Dîlên azadiyê yên jin ên li zindana Amedê Tîpa T esîr in û di çalakiyê de ne bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn.

Berxwedêran destnîşan kirin ku wê rejîm bi zextên xwe nikaribe berxwedana wan bişkîne.

Û heta ew bigihîjin mexseda xwe wê çalakiya xwe dewam bikin.

BERXWEDANA LI ZINDANAN
“EW ÇIQAS ZILMÊ BIKIN WÊ ÎRADEYA ME EWQAS QEWÎN BIBE”

Li zindana Kandiraya Kocaeliyê ya Tîpa F a Hejmara 2’yan jî roja destpêka çalakiya greva birçîbûnê gardiyanan bi ser 15 odeyên ku girtiyên siyasî lê dimînin girtine.

Dîlê azadiyê Habîp Guler ê ku 18 sal in girtiye bi rêya telefonê der barê zextan û berxwedanê de ji malbata xwe re ev gotiye;

Em domdarên kevneşopiya berxwedana li zindanan in.

Ew her tim eynî ne. Zextên wan bi sala ne berdewam dikin.

Lê me jî li dijî vê ji sekna xwe tawîz neda û em nadin jî.

BERXWEDANA LI ZINDANAN
LI ZINDANA ANTALYAYÊ BERXWEDÊRAN XISTINE HUCREYÊN YEK KESÎ

Li zindanan Antalyayê Tîpa L jî rêveberiya zindanê ji bo şikandina îradeya girtiyan cezayê hucreya yek kesî daye berxwedêran û ew xistine hucreyan.

berxwedêran bi nameya ku jin Jinnewsê re şandin binpêkirina mafan bi raya giştî re par ve kirin.

Girtiyan ragihandin ku bi hinceta çalakiya greva birçîbûnê, 11 roj ceza daye girtiyên bi navê Nîda Kutlu, Hatîce Çakmak û Şukran Ozer.

Girtiyan her wiha diyar kirin li gel zextan jî wê berxwedana xwe dewam bikin.

PIŞTEVANIYA JI BO BERXWEDANÊ
“TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ REWA YE, EV BAR DIKEVE SER MILÊ HER KESΔ

Li zindanan berxwedan û li derve jî li gel polîtîkayên faşîzmê jî piştevanî heye.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan ESP’ê Şahîn Tumuklu, Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, Nûnerê Kaldiraçê Hakan Dîlmeç eşkere piştgirî dan berxwedana li zindanan.

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu got:

Tecrîda li ser birêz Ocalan, ferzkirina neçareserkirina pirsgirêka kurd e.

Têkoşîna li dijî tecrîdê rewa ye. Li her derî divê piştgiriya wê bê kirin.

Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk dibêje:

Çalakiyên greva birçîbûnê li dijî vê faşîzmê banga têkoşînê ye.

Îro ro tecrîd tenê ne li Îmraliyê, li her derî belav bûye.

Ji ber vê divê xwedî li têkoşînê ya girtiyan were derketin.

Em ê li kolanan xwedî li daxwazên wan derkevin.

Nûnerê Kovara Kaldiraçê Hakan Dîlmeç jî vê bangê dike.

Çalakiya li dijî tecrîdê destpêkirin, çalakiyeke heq û rewa ye.

Raya giştî divê xwedî li vê çalakiyê derkeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv