PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZÎNDANAN BI BIRYARDARÎ DEWAM DIKE
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di zîndanan de ne ev 103 roj in ji bo azadiya Rêber Apo di greva birçîbûnê de ne.
Çalakger bi peyaman destnîşan dikin ku heta bigihîjin mexseda xwe wê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin.
Rayedarên hikûmeta tirk ku di pergala tecrîdê de israrê dike jî ji bo şikandina îradeya çalakgeran serî li zext û zorê dide.
Parlamantera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag zextên li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D bir rojeva meclisê.
Girtiyan bi rêya malbat û parêzerên xwe der barê zextan de agahî dan û gotin:
Serdegirtin û lêgerîna li koxuşan ji aliyê “ekîba taybet” ve tên kirin.
Di dema serdegirtinê de wan provoke dikin û ji ber ew li dijî vê yekê derketine der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û bi girtina kalorîferan girtî hatine cezakirin.
Parlamenter Dersîm Dag ji bo mijarê lêkolîn bike serî li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê da.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 82’YEMÎN DE YE
Li Warheha şehîd Rustem Cûdî jî çalakiya greva birçîbûnê bi koma nû dewam dike.
Çalakiya li vir di 18’û kanûna 2020’an de bi pêşengiya jinan dest pê kiribû.
Çalakî di roja 82’yan de li Komela Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam kir.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI YÛNANISTANÊ DI ROJA 65’AN DE YE
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yûnanistanê dimînin jî ji azadiya Rêber Apo çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam dikin.
Çalakî di roja 65’an ye û ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê tê birêvebirin.