GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
AGAHÎ JI ROJNAMEVANÊN BEHDÎNANÊ NAYÊ GIRTIN
Di 16’ê Sibatê de Dadgeha Ceza ya Hewlêrê bi îdiaya ‘sîxûriyê’ 6 sal ceza ji Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa birî.
17’ê Sibatê de li dijî biryarê, zextên derûnî û rewşa xerab a girtîgehê her 5 rojnameger û çalakvanan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Greva birçîbûnê ya rojnamgerên Behdînanê a dijî zextên derûnî û rewşa xirab ya girtîgehê 21 roj li pey xwe hiştin.
Eyhan Seîd ê birayê Şivan Seîd diyarkir ku 3 heftiye rê nadin birayê wî bi rêya telefonê bi malbata xwe re bi axive.
Parêzerê rojnamevanan Beşdar Hesen jî li ser heman mijarê ji Rojnews re axivî û got;
Em dixwazin îro serdana girtiyan bikin û rewşa wan bizanin. Lê hîn nediyar wê destûra hevdîtinê bi me bidin yan jî nedin.