Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana Girê Sor: Girê Sor perestgeheke berxwedanê bû

 

“GIRÊ SOR PERESTGEHEKE BERXWEDANÊ BÛ”
ANF BI DOSYAYAN BALÊ DIKIŞÎNE SER BERXWEDANA LI AVAŞÎNÊ

Girê Sor li lutkeyên herêma Avaşînê, weke keleheke xwezayî ya bi latên mezin dorlêgirtî xwe dide der.

Li vê derê piştî ku artêşa dewleta Tirk a dagirker 23’yê Nîsanê li dijî Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişeke berfireh kir, şerekî giran qewimî.

10 gerîlayan tam 80 rojî li dijî her cûre çekên di destê artêşa Tirk de, li dijî her cûre çekên kîmyewî berxwedaneke mezin kirin.

Di vê berxwedana 80 rojî de gerîla Ozgur Bagok, Argeş Botan, Serhildan Mordem, Botan Ozgur, Zinarîn Welat, Delal Qamişlo û Baz Gever şehîd bûn.

Mizgîn Dalaho…

Armanc Simko…

Û Têkoşîn Devrîm…

3 ji wan gerîlayên li Girê Sor bûn, ku di nava vê berxwedana dîrokî de cihê xwe girtin.

ANF’ê li ser şahidiya her sê gerîlayan bi rêzedosyayan balê dikişîne ser vê berxwedana dîrokî.

Di beşa pêşî de cihê Girê Sor ê stratejîk, bicihbûna lê ji aliyê gerîla ve, 7 salan çêkirina tunelên li vî girî bi berfirehî tên vegotin.

Beriya ku êrişa ji bejahî ve ya li dijî Girê Sor dest pê bike, bi taybetî bomberdimana li dijî wê bi balafir, topxane û tangan zêde ye.

Hêzên gerîla jî tevî vê bomberdimanê her roj li artêşa Tirk dixistin.

Ji ber ku tunelên şer ên li Girê Sor dirêj bûn û pîlên gerîlayan ên ji bo fanosan nemabûn, 3 gerîla berê xwe didin Girê Silêman.

Lê roja ku berê xwe didin vî girî, artêşa Tirk bi balafirên şer, bi tang û topan dest bi bomberdimanê dike.

Dema ku eskerên Tirk dixwazin bikevin tunelên vî girî, hêzên gerîla bi çalakiyeke sabotajê li wan didin û li vê derê 3 esker tên kuştin.

Di bin wan êrişan de 3 gerîla 2 rojan li wir dimînin û gelek caran li dagirkeran dixin.

Ji baregehê bi rêya bêtêla mezin bang li her sê gerîlayan tê kirin, ku xwe ji Girê Silêman vekişînin.

Her sê gerîla jî dibêjin, em ê gir bernedin û şer bikin.

Fermandarên gerîla wan qan’i dikin û li ser vê yekê xwe bi awayekî veşartî ji Girê Silêman berdidin.

Her sê gerîla xwe ji dorgirtina dagirkeran xilas dikin û dighînin hevalên xwe yên li Girê Sor.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv