Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girê Sor… Perestgeha berxwedanê

 

GIRÊ SOR… PERESTGEHA BERXWEDANÊ
ŞERÊ 10 GERÎLAYAN LI DIJÎ TEKNÎKA ŞER A NATO’YÊ Û ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Avaşîn…

Herêmeke mezin a rêzeçiyayên Zagrosan dide ber xwe.

Her qad û girên li vê herêmê, di sala 2021’ê de bi saya lehengên Kurdan navên xwe li dîrokê dan nivîsandin.

Yek ji wan jî Girê Sor e, ku gerîla weke Perestgeha Berxwedanê bi nav dike.

Ji ber ku 10 gerîlayên HPG û YJA-Star’ê tam 80 rojî li vî girî, şerekî efsanewî li dijî her cûre teknîka şer a NATO’yê û çekên kîmyewî kirin.

Fermandarên vî şerî Botan Ozgur, Zinarîn Welat û Serhildan Mordem ên nemir bûn.

Piştî ku artêşa dewleta Tirk a dagirker çend rêzegirên bi ser Girê Sor ve dagir kirin, 21’ê Hezîranê bi hêzeke zêde ji bejahî ve berê xwe da Girê Sor.

Gerîla Mizgîn Dalaho dema ku eskerên Tirk 500 metro nêzî tunelên şer bûn, dest bi çalakiyên sekvanî kir.

Di çalakiya pêşî de dagirkerek hatibû kuştin û yek jî birîndar bûbû.

Artêşa dagirker a li ser girên din derb xwarî, haporlerek bi qasî mozekê mezin avêt nav tunelan û banga teslîmiyetê li gerîlayan kir.

24’ê Hezîranê artêşa Tirk li dijî deriyê pêşî yê tunelan dest bi êrişê kir.

Şerê pêşî bi qasî 40 deqeyan dewam kir û dagirkerên derb xwarin vekişiyan ser girekî din.

Ev şer di rojên din de jî giran bû.

Ji ber ku artêşa dagirker dor li Girê Sor girtibû, hêzên gerîla ne xwedî avantajeke zêde bûn.

Dîsa jî ji 3 deriyên tunelan li ser hev derb li artêşa dewleta Tirk a dagirker dixistin.

Ji ber ku dagirkeran dizanîn wê bi bomberdiman û gullebaranê ti encamê bi dest nexin, hê ji roja destpêkê ve gazên jahrkirî û çekên kîmyewî bi kar anîn.

Ji ber vê yekê piştî demekê hêzên gerîla qata jor a tunelan girtin.

Bandora gaza jahrkirî û çekên kîmyewî li ser gerîla zêde bû.

Van çek û gazan gerîla bêhal dixistin û ji ber vê yekê jî bi biryara fermandariyê, deriyê duyemîn ê tunelan jî hat girtin.

Piştî girtina deriyê duyemîn, ku weke deriyê Çarçela tê binavkirin, demeke dirêj artêşa Tirk nekarî di êrişên xwe de bipêşkeve.

Û vê bêdengiyê heta 6’ê Tîrmehê dewam kir.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv