LI GIYADÎNÊ TEQÎN
BERMAHIYÊN ESKERÎ YÊN ARTÊŞA TIRK DI NAVA MALEKÊ DE TEQIYA
Li goma Çoban a gundê Haci Halît ê girêdayî navçeya Giyadinê ya Agiriyê, di malekê de teqîn çêbû.
Di teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn.
Têkildarî teqînê xizmên malbatê ev agahî dan;
Zarokên li herêma çiyayê Tendûrekê şivantî dikir li eraziyê cismekî dibînin, tînin malê. Piştre ev cism diteqe.
Di teqînê de Mehmet Tûran ê 50 salî jiyana xwe ji dest da û 4 zarok jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadinê.