Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hunermend û pêşkêşvanê Stêrk TV Şêrko Celal koça dawî kir

 

HUNERMEND Û PÊŞKÊŞVANÊ STÊRK TV KOÇA DAWÎ KIR
ŞÊRKO CELAL PÊŞKÊŞVANÊ DIYAR Ê STÊRK TV JI BER KORONA LI FRANSAYÊ KOÇA DAWÎ KIR

Rojnamevan û bernamevan Şêrko Celal, ji ber nexweşiya korona, ev çend roj bûn li bajarê Lîlle yê Fransayê, di nexweşxaneyê de di bin çavdêriyê de bû.

Lê beriya îro beriya nîvro li jiyanê malavayî kir.

Şêrko Celal ê weke Şêrko Celal Mameş Koyê dihat nasîn, di sala 1956’an li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê, di nav malbateke welatparêz de jîdayîk bû.

Dibistana seretayî li Koyê dixwîne û piştre ji ber rewşa taybet ya wê demê ya Koyê li Hewlêrê bicîh dibin.

Li bajarê Hewlêr dibistana navîn dixwîne û ji bo xwendina zanîngehê beşa hûnerên ciwan berê xwe dide Bexdayê.

Di sala 1974’an de li gel birayê xwe yên hûnermendê şêwekariyê Rehbar Celal diçin çiyayê Kurdistanê û dibine pêşmerge.

Şêrko Celal li çiya jî bi hûnera wêneyan xizmeta şoreşê dike û piştî têkçûna şoreşê careke din vedigere başûr.

Şêrko Celal di sala 1982’an de ji ber rewşa siyasî ji başûrê Kurdistanê berê xwe dide Fransa.

Di sala 2002’an de dibe pêşkêşvanê Roj TV û destpêkê weke pêşkêşvanê bernameya Rojbaş Kurdistan dest bi kar dike.

Piştî demekê bû amadekar û pêşkêşvanê bernameya Tîşkî Huner.

Bernameya Tîşkî Huner yek ji wan bernameyên diyar û yekane ku bernameya hunera şêwekarî bû û hercarê serdana hunermendekî şêwekar ê Kurd dikir.

Piştre di sala 2012’an de di kanala Stêrk tv de navê bernameya xwe guhert û kir Rêjney Reng û bi şêwaz û rengekî nû, dîsa her carê li gel hunermendekî şêwekar karê xwe berdewam kir.

Şêrko Celal di jiyana xwe ya medyayê de xizmeteke gelekî zêde da qada hunera Kurd û bi sedan bernameyên xwe di arşîva Stêrk tv de li pey xwe hişt ku ev jî weke xizmeteke vê kanalê tê tomarkirin.

Bernamevan û pêşkêşvan Şêrko Celal li gel karê xwe yê medyayê xwedî çendîn gotar û nivîsên derbarê mıjaren cuda u cendin berhemen xwe yen helbestan ji li pey xwe hiştin.

Yek ji van helbesta ku li ser şoreşgeren Kurd nivisi bu

Hevjina Şerko Celal ji beriya cend salan ji ber nexweşiya seretane koca dawi kiribu u korek bi nave ”Piştî wê” li pey xwe hiştibû.

Em bi navê hemû rêveber û xebatkarên Stêrk tv ji malbata hevrê Şêrko Celal û hemu hunermend u hevpişeye wi re sersaxiyê dixwazin.

Em je re dibejin mala te ava be hevre Şerko.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv