Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berhemên Efrînê li qada navneteweyî tên firotin

 

BERHEMÊN EFRÎNÊ LI QADA NAVNETEWEYÎ TÊN FIROTIN
PARÊZER JEAN LOIS MALTERE: EV LI DIJÎ HUQÛQA ŞER E

Efrîn bi darên xwe yên zeytunan nav û deng e.

Beriya were dagirkirin, 18 milyon darên zeytunan yên bi qelîte û bê hempa li vê derê hebûn.

Sabûna Helebê ya li cîhanê navdar ji zeytunên Efrînê dihat çêkirin.

Bi sedê salan e zeyta wê, wekî zêrê zer dihat dîtin.

Dewleta Tirk a dagirker 18’ê Adara 2018’an Efrîn dagirkir, mêtîngerî, talan, qirkirina xwezayê destpêkir.

Herî kêm, milyonek û 300 hezar darên zeytunê hatin birîn û derbasî Tirkiyê hatin kirin.

Yek ji çavkaniyên dewlemend ê li herêmê darên zeytunê û zeyta wê ye

Dewleta Tirk ji zeytê salan e herî kêm 80 milyon dolarî bi dest dixe.

Dewleta Tirk niha zeyta Zeytuna ya Efrînê li qada navnetewî difroşe.

Elmanya yek ji hîmên herî girîng ê vê talanê ye.

Bazarake mezin a talanê jî, li ser medya dijital bi rêya malperên înternetê pêktê.

Yek ji berhemên bi rengekî eşkere tê firotin bi navê Zêr Afrin e, li bajarê Magdebûrg ê Elmanya li depoyeke mezin tê komkirin.

Çavkaniya berhemê Efrînê ji wir dibin Tirkiyê, li wir jî bi imzeya Estutuya Stantartên Tirk (TSE), derbasî Ewrûpa tên kirin.

Weke çavkanî jî berhemên Sûrî tên nivîsandin.

Di malpera zêr Efrîn de berhemên talanê bi rengekî eşkere tê nasandin.

Şîrketa Salet Al Ghoûta navenda wê Wupertale bi taybetî bi marka ‘Cîbal Afrîn’ zeyta ji Efrînê hatiye dizîn difiroşe.

Berhem bi navê ‘Olive oil the mountains of Afrin’ (Zeyta çiyayên Efrînê) 2 lître 15 euro û 28 cent tî tê firotin.

Berhem bi rêya Tir û keştiyan derbasî Ewrûpa tên kirin, lê bi çi rengî gumrik tê girtin agahî bi dest neketin.

Berhemên hatine dizîn bi markaya “Jîbal Afrîn” li Kanadayê jî hate dîtin.

Çavkanî jî Sûrî tê nivîsandin û bi êtîketa TSE

Di malpera Faceebok ya şîrketê de ji bo zeyta Efrînê ya hatiye dizîn, ji bo litreyekê 13 d olar, ji bo 2 lîtreyan 23 dolar ji bo lître jî 43 dolar tê xwestin.

Ji bo 9 kîloyê zeyta Kesk a organîk jî 75 dolar tê xwestin.

Malperek bi navê Mîra ya li Fransayê jî zeyta Efrînê bi marka “Yaman” difiroşe, çavkanî jî Sûrî tê nîşandan.

Şîrketeke din jî li Danîmarka ye navenda wê Vîborgê û navê Jobrî Food” li xwe kiriye.

Ev şîrketa berhemên Efrînê difiroşe, tevna xwe li Elmanya jî heye.

Jobrî Fook xwe weke yek ji şîrketên naskirî yê Yekîtiya Ewropayê pêşkêş dike.

Gelo ev berhem çawa bi kîjan rê derbasî Ewrûpa û cîhanê bûne.

Hikûmeta Almanya dibêje li pêşiya hatina van berheman bi rengekî fermî ti astengî nîne, Fransa û Belçîka hîn bersiv nedane.

Parêzer Jean Loîs Maltere diyar kir ku dîzî û firotina berhemên Efrînê li diji hiqûqa şer e, binpêkirina hiqûqa şer e, talan e.

Parêzer Maltere diyar kir, yên ku vê talanê dikin û yekser qezencê jê werdigirin dikarin bêne cezakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv