LI EFRÎNÊ SÛCÊN DEWLETA TIRK
STÊRK TV BI WEŞANEKE TAYBET RÛPOŞÊN DAGIRKERAN DADIXE
Dewleta tirk 20’ê Çileyê sala 2018’an bi destûra Amerîka, Rûsya, bêdengiya Ewrûpa û bi çekên NATO’yê êrişî Efrînê kir.
Amerîkayê bi planên veşartî û Rûsyayê jî eşkere rê dan êrişê.
Serokatiya Karên Diyanetê li Tirkiyê bi fetwayeke sosret, talankirina mal û milkên Kurdan helal kir.
Ewrûpayê ku ji ber têkoşîna li dijî DAIŞ’ê xwe weke deyndarên Kurd didît, di dema êrişa li dijî Efrînê de, xwe kerr û lal kir.
Di nava 3 salan de, kuştin, îşkence, revandin, destdirêjî, wêranî û talan her zêde bûn.
Dagirkeriya tirk herî dawîn jî bêrêzî li gorên şehîdan kir.
Cenaze ji goran derxistin, revandin û ji cîhanê re jî derewa ev der gorên komî ne, kirin.
Li dijî dagirkeriya tirk û êrişên wê televîzyona me Stêrk TV 29’ê mehê roja pêncşemê temamiya rojê weşaneke taybet dike.
Bi nûçe û dosyayên taybet, bi mêvanên li studyoyê û skypan, hemû derewên dagirkeriyê wê werin teşhîrkirin.