Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Baronnes Christine Blower ji bo PKK ji lîsteya terorê derxe bang li hikumeta Brîtanya kir

 

GORKA ELEJABARRIETA DÎAZ:
DIVÊ PKK JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÎST A YEKÎTIYA EWRÛPAYÊ WERE DERXISTIN

Gelek siyasetmedar, nivîskar, zanyar, hiqûqnas, hunermendan û aktîvîst ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin dest bi kampanyayekê kiribûn.

Senatorê Spanyayê Gorka Elejabarrieta Dîaz jî tevlî kampanyayê bûbû û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd rewa bike, hebûna PKK’ê ya di nava lîsteya rêxistinên terorîst de bi kar tîne.”

Dîaz da zanîn ku pênasekirina PKK ya weke rêxistineke terorîst li pêşiya aşîtiyê astenge û ji Yekîtiya Ewrûpayê xwest PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst derxe.

ENDAMA KAMARAYA LORDAN A PARLEMENA BRÎTANYAYÊ
BARONNES CHRISTINE BLOWER JI BO PKK JI LÎSTEYA TERORÊ DERXE BANG LI HUKÛMETA BRÎTANYA KIR

Endama Kamaraya Lordan a Parlemena Brîtanyayê Baroness Krîstîn Blowir jî heman bang kir.

Blowir li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ji Hukûmeta Brîtanyayê re nameyek nivîsî û beşdarî kampanyayê bû.

Barones Krîstin Blowir, ku di heman demê de endama Kampanya Aştiyê ya Kurdistanê ye di nameya xwe de wiha got:

Divê Koma Tevahiya Partiyan a Parlemenê, biryara Dadgeha Bilind a Belçîkayê û biryarên saziyên Konseya Ewrûpayê yên “PKK ne rêxistineke terorîst e” li ber çavan bigire.

Her wiha divê bala xwe bide ser rapora pêşkêşî Wezareta Karên Derve hatî kirin jî.

Em bang dikin, ku hukûmeta Brîtanyayê bersiv bide nameyê û ji bo çareseriya doza Kurd bi hemû aliyan re di nava têkiliyên pozîtîf de be.

Bi taybetî em bi bîr dixin, ku rola Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê wê bingehîn be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv