ÇALAKGERÊ KEŞTIYA AZADIYÊ:
DR. SAVARY BORIOLI: FIKRÊN OCALAN LI ROJHILATA NAVÎN MIFTEYA ÇARESERIYAN E
Keştiya ji bo azadiya rêber APO piştî rêwitiyeke 3 rojan doh gihişt bajarê Italya Napolî.
Rêwiyên keştiyê berê ku vegerên malên xwe derheqê rêwitî û fikrên rêber Apo de daxuyanî dan çapemeniyê.
Ji rêwiyan Dr. Savary Borioli da xuya kirin ewê heta dawî xwedî li doza azadiya kurdan derkevin û bal kişand ser fikrên rêber APO yên derheqê çareseriya pirsgirêkan de.
Savary-Borioli rewşa Ocalan şiband ya Nelson Mandela û wiha axivî:
“Azadiya Ocalan girêdayî pirsgirêka kurd e. Çawa ku Mandela bû mifteya çareseriya Afrîka Başûr, Ocalan jî dê bibe mifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Birêz Ocalan îro herçend li Îmraliyê di bin tecrîdê de be jî, ramanên wî li gelek deverên cihanê tên qebûl kirin.
Savary Borioli da xuya kirin felsefeya Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan li cîhanê modelek e û wiha berdewam kir:
“Felsefeya Konfederalîzma Demokratîk a Birêz Ocalan modeleke azadiyê ye ku dikare di navbera gelan de jiyaneke hevpar bide avakirin. Ev model ne tenê ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê, ji bo tevahiya cîhanê modeleke azadiyê ye.”
Savary Borioli bal kişand ser rola hêzên Navnetewî yên di tecrîdê de û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî piştevaniya Tirkiyeyê dikin, lê divê zanibin ku Fikrên Ocalan ji bo civaka navdewletî rêyeke çareseriyê ye. Em jê re azadî dixwazin.”