Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bajarê kevnar ê Kurdistanê Efrîn li benda rizgariyê ye

 

DAGIRKIRINA EFRÎNÊ
BAJARÊ KEVNAR Ê KURDISTANÊ LI BENDA RIZGARIYÊ YE

Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk li dijî Efrînê bi 72 balafiran, bi hezaran esker û çeteyên kirêkirî dest bi êrişeke giran kir.

Êriş li ber çavên hemû cîhanê pêk hat û hêzên mezin ên cîhanê ji ber têkiliyên xwe yên tarî yên bi Tirkiyeyê re xwe bêdeng kirin.

Ev jî bû sebeb, piştî berxwedaneke bêhempa di 20’ê Adarê de Efrîn û hemû navçeyên wê bên dagirkirin.

Piştî van êrişan li Efrînê projeyeke paqijiyeke etnîk hat meşandin û bi riya qewirandina Kurdan, demografyaya Efrînê ji binî ve hat guharandin.

Efrîna ku beriya dagirkirinê nifûsa wê nêzîkî 500 hezarî bû, rêjeya nifûsê wê ya Kurdan daket ji sedî 20’î.

Ligel projeya xwe ya bêkurdkirina vê herêma Rojavayê Kurdistanê, artêşa Tirk tevlî çeteyên xwe li Efrînê kampanyayek tolhildanê jî meşand û bi sedan sivîlên Kurd qetil kir.

Ji bilî vê, di 4 salên dawî de zêdetirî 8 hezar sivîlên Kurd ji bo dayina fîdyeyên giran bi destên çeteyan hatin revandin.

Li herêmên hatine dagirkerin dîrok û xwezaya herêmê tên talankirin û hemû sembolên di derbarê kurdîtî û nasnameya Efrînê de hatin tunekirin.

Bêguman sûcê herî mezin ê li dijî xwezayê, bi riya tunekirina çavkaniya sereke ya herêmê hat kirin.

Dagirkerên barbar li Efrîn û navçeyên wê bi sedhezaran darên zeytûnan birrîn û bi vî awayî çavkaniya aboriyê ya gelek welatiyan ji holê rakirin.

Dagirkirin û zilma dewleta Tirk a li Efrînê herdem wekî xaleke mayinde di rojeva têkoşîna Kurd de ma û gelê Kurd herdem bi çalakiyan vê zilmê protesto kir.

Israra Kurdan a ji bo xwedîderketina bajarê dagirkirî, bandorê li qada navneteweyî jî kir û kiryarên li Efrînê bûn mijara şopandina navneteweyî.

Binpêkirinên giran ên mafên mirov ên dewleta Tirk û çeteyên wê, gelek caran hatin rojeva cîhanê, li ser rewşê rapor hatin weşandin.

Piştî vê, rêxistina herî mezin a cîhanî Neteweyên Yekbûyî par bi lêkolînek xwe li sûcên şer ên li Efrînê mukur hat

û Komîsera Bilind a rêxistinê ya Mafên Mirov Michel Bachelette rasterast Tirkiyeyê hişyar kir.

Digel vê jî hêzên cîhanî ji ber têkiliyên xwe yên qirêj ên bi Enqereyê re, nehiştin rêxistinên navneteweyî şopandinê veguherînin biryaran.

Ev jî bû sebeb, kula Efrînê hîn zêde girantir bibe û digel dagirkirina ev 4 sal in didome, li dijî dewleta Tirk gavên pêwîst neyên avêtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv