Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi dehhezaran kes li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî daketin qadan

 

SALVEGERA 4’AN A ÊRIŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ
BI DEH-HEZARAN KES LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ, BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ DAKETIN QADAN

Li seranserî herêmên xweser 4. salvegera destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Efrînê, bi meş û mitîngan hat protesto kirin.

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî bi meşek girseyî şermezar kirin.

Girseya gel li pêşiya Baxçeyê Rêber Apo kom bûn û ber bi Çerxerêya Cûdî ya li taxa Kelasê ve meşiyan.

Di axftinan de bang li tevahiya rêxistin û komîteyên hiquqî hat kir ku erkên xwe bi cih bînin, zextê li civata navneteweyî bikin ku dawî li dagirkeriyê bînin.

Bi sedan şêniyên Kampa Waşokanî jî bi dirûşmeya “Na ji dagirkeriyê re, dem dema rizgarkirina Efrînê ye” meşek li dar xist.

Di axaftina de sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hat şermezar kir, û hat gotin ku êdî dem dema azadkirina Efrînê ye.

Bi heman aramncê li Til Temir, Dirbêsiyê, Hol, Şedadê û Dêrikê jî çalakî pêk hatin.

Di daxuyaniyan de hat gotin ku;”Li Efrînê Mîna vê rojê wijdanê mirovahiyê û maskên wê hatin xwarin.

Li pêşberî çavê her kesî, jin, zarok û kesên bêguhen bi çekên dewleta tirk û NATO’yê hatin qetilkirin.

Lê rêxistinên mirovî û navneteweyî bêdeng man.

Meşa li Minbicê bi tevlêbûna bi sedan şêniyan ji çerxerêya Mîzan destpê kir û li kolana El-Wadî ve guhirî mitingê.

Piştî meşê Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û got: Soza ji bo gelê me ewe ku serî de Efrîn û tevahiya herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê jî li qadan bûn.

Meşa li vir ji çerxerêya El-Hadirî destpê kir û heta Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya dewam kir.

Ji bo protesto kirina 4’emîn salvegera destpêkirina êrişên li ser Efrînê, bi hezaran şêniyên Reqa yê jî meşiyan.

Girseya gel li Qada Agirkujê kombun û ber bi çerxerêya Azadî ve meşiyan.

Di axaftina de êrişên li ser Efrînê û sûcên ku li dijî şêniyên wê têne kirin, hatin şermezar kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv