Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Azadiya jinê wê çareseriyê jî bîne’

 

AZADIYA JINÊ WÊ ÇARESERIYÊ JÎ BÎNE”
RÊBER APO: EZ NABIM ENDAMÊ DEWLETEKE KU EW ÇENDÎ JIN LÊ TÊN KUŞTIN

Li nav sînorên Tirkiyê roj tine ku nûçeyên di heqê îşkence, destavêtin, şîdet û kuştina jinan de neyê bihîstin.

Daneyên der barê şîdeta li jinan hatiye kirine de bi statîstîkên xwe wehşîyeta alê jî eşkere dike.

Di serdema hikûmeta AKP’ê de şîdeta li jinan ji sedî 40 zêde bûye.

Li gorî daneyên Platfoma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin di 8 mehên 2021’an de 181 jin hatine qetilkirin.

132 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtineke sala 2007’an de ya bi parêzerên xwe re ji jinan re peyamek rêkir û tê de wiha got:

Ji bo min meseleya azadiya jinê ji azadiya welatekî girîngtir e

Li gorî min têkiliya îro di navbera mêr û jinan de ji sedî 90’ê xwe weke tecawizê ye.

Di bingeha vê de têkiliyên pir qirêj hene.

Dibe ku di eşq û zewacê de jî minasebetên cinsî hebin, ev normal in jî.

Tişta ku ez li dij radibim; çanda destavêtin û tecawizê ye.

Radibin jineke ciwan bi kalekî 60 salî re mehr dikin.

Li dijî vê zordestiyê jina ciwan întihar dike.

Ev ne ti jiyan e. Jixwe di vê jiyanê de ne rih ne jî hişê jinê saxlem namîne.

Ne eşq ne jî feraseta xweşikiyê dimîne.

Rêber Abdullah Ocalan di sala 2010’an de jî li dijî zîhniyeta AKP’ê ya li dijî jinan van hişyariyan kir:

AKP ji bo jinan talûkeyeke mezin e.

Dibe ku sibe dusibe mafek azadiyek biçûk jî di destê jinê de nemîne.

Li Semsûrê terîqa Mezîlê heye.

Li vê derê zarokekê bi saxî binax kirin. Ev ji recmê jî talûketir e.

Zîhniyeta AKP’ê ev bi xwe ye.

Rêber Abdullah Ocalan di heqê azadiya jinê de jî di dema hevdîtinên çareseriyê de di sala 2013’an de xwest jin jî bi xurtî tevli bibin:

Ji bo min azadiya jinan ji her tiştî muhîmtir e.

Jina herî xweşik jina azad e.

Ez ji jinan re dibêjim, baweriya xwe bi mêran neynin.

Dogmatîkbûna zilam hilweşînin, bi jinbûna xwe bawer bin.

Wekhevî û azadî encax bi çareserkirina mesela jinê pêk were.

Ji bo wê jî şoreşa me şoreşa jinan e.

Îdeolojiya sedsala 21’an azadiya jinan e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv