Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK-E banga tevlîbûna Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî kir

 

KCK-E BANGA TEVLÊBÛNA ŞAHIYA ÇANDA KURD A NAVNETEWEYÎ KIR
ŞAHÎ WÊ 25’Ê ÎLONÊ LI BAJARÊ LANDGRAAF Ê HOLLANDAYÊ BÊ LIDARXISTIN

29’emîn Şahiya Çanda Kurdan wê 25’ê Îlonê li bajarê Landgraaf ê Hollandayê were lidarxistin.

Diwana Hevserokatiya KCDK-Ewrûpayê têkildarî amadekarî û tevlîbûna şahiyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“29’emîn Şahiya Çanda Kurd diyarî Şehîd Sînan Dersim hatiye kirin.

Şahiya me bi bernameya xwe ya dewlemend a çand û hunerê, bi axaftinên kesayetên navdar û çalakiyên cihêreng, wê bi şîara “azadiya Rêber Apo” bê li darxistin.

Gelê Kurd û dostên me divê bi dîsîplîn û coşeke mezin, bi daxwaza azadiya Rêber Apo tevlê şahiyê bibin.”

KCDK-Ewrûpayê di daxuyaniya xwe de hin hişyarî jî kirin û wiha got:

“Divê gelê me di şahiyê de li gorî tedbîrên hatine girtin tevbigere.

-Kesên derziyên li dijî koronayê li xwe xistine, divê bi belgeya xwe vê îspat bikin, yên derzî li xwe nexistine jî divê bi encama testa 24 saetên dawîn werin cihê şahiyê.

-Kesên rewşa wan ne li gorî van pîvanan bin, li kêleka qadê dikarin testa xwe bidin çêkirin, dû re têkevin qadê.

-Divê bi amûrên jêkirinê kes nekeve qadê, li gorî hişyariyên ewlekariyê tevbigerin.

-Di warê trafîk, ketin û derketina qadê, sekinandina li ber deriyan û pêvajoya kontrolê de divê li gorî hişyariyên hevalên peywirdar tevbigerin.

-Ji bo şahî xweş û di nava ewlekariyê de pêk were û bigihêje armanca xwe, divê her kes bi hestên berpirsyariyê tevbigerin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv