Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: Rê nadin dagirkeran

 

RÊ NADIN DAGIRKERAN
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî ji bo tesfiyekirina tevgera azadiya Kurdistanê her rê û rêbaza qirêj bi kar tîne. Li gel polîtikayên şerê taybet hemûyan, bi komploya navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo tevgera azadiya Kurdistanê tasfiye bikin. Lê berxwedana gelê Kurd û pêşbîniyên Rêber Apo ji roja destpêkê ve pîlanên komplogeran hemû pûç kirin.

Paşê weke dewama vê komployê, sala 2018’an, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji bo pêşengên PKK’ê Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan biryareke sosret derxist û ji bo tesbîtkirina cihê wan yan jî dîlgirtina wan ji bo serê her yekî ji wan 12 milyon dolar xelat danî. Çawa ku gelê Kurd bi berxwedanê bersiv da êriş û pîlanên dijmin, ev hewldan jî bi berxwedan û xwedîderketina gelê Kurd li pêşengên xwe hat pûçkirin.

Piştî bibinketina dewleta Tirk li Garê, hêzên komploger bi taybetî jî Emerîkayê, dîsa ji bo dilê dewleta Tirk xweş bike, ev komplo nûjen kir. Balkêş e, nûkirina vê biryarê û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê, rastî heman demê hatin. A rastî, tevgera azadiyê û gelê Kurd piştî bibinketina artêşa Tirk a li Garê, li benda êrişeke wiha bûn. Ji ber ku serketina gerîla ya li Garê, gelek pîlan û hesabên wan pûç kirin.

Wisa hatibû pîlankirin ku bi xistina Gerê re di serî de Qendîl, Mexmûr, Şengal, Rojava û tevahiya Başûrê Kurdistanê kontrola bikin. Jixwe, ew ji roja destpêkê ve xeyala Erdogan bû. Heger ev pîlan biçûya serî, Erdoganê ku bi salane ji xwe re qesr û qonax ava kirine, wê bi hêsanî wegeriyana pergala Osmaniya Nû. Ev yek jî bêgûman bi erêkirina PDK’ê hatibû pîlankirin. Lê hesabê wan li hev derneket.

Ew ne li bendê bûn ku bibinketineke wiha dîrokî li Garê bê serê wan. Ji lewma, berxwedana Garê ji bo gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê deriyê pêvajoyeke nû vekir û bû mîlad.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv