Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Berxwedana topyekun tevî gerîla

 

BERXWEDANA TOPYEKUN TEVÎ GERÎLA
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Divê bê zanîn, dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê tê wateya dagirkirin û îlheq-kirina Başûrê Kurdistanê hemûyî. Bi vê dagirkirinê, dixwazin Başûr bi temamî bixin nava pencên pergala qirkirinê. Fêmnekirina vê, fêmnekirina rastiya dewleta Tirk a qirker û dijminê Kurdan e, xefleteke dîrokî ye. Ji vî alî ve lazim bû di serî de rewşenbîr, hunermend û raya giştî ya Başûr bi temamî li dijî dagirkirina axa welat zend û bendên xwe badana, gel û hêzên siyasî jî bixistina nava vê berxwedanê. Eşkere ye, ev helwêst lawaz û kêm maye.

Tê zanîn, PDK li herêmên di bin desthilata xwe de ji bo berxwedanê, yan jî nerazîbûna gel a li dijî dagirkeriyê asteng bike, her tiştî dike. Lê YNK jî rabû di çalakiyeke protestokirina dagirkeriyê de 50 ciwan, jin û aktîvîst kirin nezaretê. Bi rastî jî ev helwêsteke ecêb e, mirovî matmayî dihêle. Çawa wisa dibe? Tê fêmkirin, zexta dewleta Tirk û PDK’ê hiştiye YNK jî gaveke wisa bavêje. Eşkere ye, ev helwêst li hêzeke siyasî ya ji rêûresma Îbrahîm Ehmed û Mam Celal Talebanî nayê. Di dema vê tevgera dagirkirina Kurdistanê de ku ji bo gelê Kurd êriş û gefeke mezin e, divê bê zanîn, ev kiryara YNK’ê ji aliyê gelê welatperwer ê herêma Soran ve nayê pejirandin.

Îradeya rast û bihêz ya siyasî ew e, di demên wiha de li hemberî zextan sekneke birûmet were raberkirin û serî neyê tewandin. Çawa ku ev tevgera dagirkirinê Başûrê Kurdistanê elaqeder dike, yekser Bakurê Kurdistanê jî elaqeder dike. Dijwariya zext û zordestiya dewleta Tirk li Bakur pêk tîne, tê zanîn. Lê ku hin kesayet û derdor bi berpirsyariyên xwe rabin, gelê Bakur jî dê helwêsta pêwîst nîşan bide.

Heke ev berxwedan tenê li ser milên gerîla bê hiştin, dewleta Tirk a dagirker wê êrişan bênavber dewam bike. Bêhelwêstî, bêreaksiyonmayîn, dê bihêle hem gerîla hem gel berdêlên mezintir bidin. Berdêleke ku îro nehatî dayîn, sibe dusibe wê dehqat zêdetir bê dayîn. Ji vî alî ve, li 4 beşên Kurdistanê û derveyî welat ji bo destekê bide gerîla divê gel her rê û rêbazê biceribîne.

Ji aliyê din ve, desteka herî mezin ya ji bo gerîla tevlîbûna nav refên têkoşîn û berxwdana gerîla ye. Jixwe, ciwan dikarin xwe bi rê û rêbazên cuda bigihînin gerîla. Dikarin bi vî rengî tevlî nav refên têkoşîna hebûnê ya neteweyî û azadiyê bibin. Bi deh hezaran ciwanên wiha hene. Bi rêyekê dikarin xwe bigihînin qadên têkoşînê. Ku ciwanên Kurd wiha berê xwe bidin qadên gerîla, hingê serketina têkoşînê de misoger be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv