Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: Jiyaneke aram û sihet 06.01.2021

 

JIYANEKE ARAM Û SIHET
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Sala 2020’an ji bo jinan jî saleke gelekî dijwar bû. Jinan di nava vê salê de têkoşîneke pirralî meşand. Di pêvajoya pandemiyê de li gelemperiya cîhanê şideta li dijî jinê, bi taybetî jî şideta navmalê, di asteke metirsîdar de zêde bû. Me tevahiya salê ev yek dît di telefonkirina li xetên alîkariyê de yên ji bo jinên mêr şidetê li wan dikin.

Li gorî daneyên sazî û rêxistinên jinan, di dema vîrûsa Koronayê de li Libnanê şideta nava malê ji sedî 100 zêde bûye. Li Kolombiya ev rêje ji sedî 142 ye. Li Meksîkayê di navbera mehên Adar û Gulanê de ku karantîna lê bû, 2 hezar û 338 jin bûne mexdûrê şideta mêr. Bi heman rengî êrişên cinsî jî di asta metirsîdar de zêde bûn. Bi taybetî jî li hemberî zarokên keç. Li Kolombiyayê di nava 2 mehên karantînayê de mêran dest avêt 2 hezar û 338 zarokên keç ku temenên wan di bin 14 salan de bû. Bêgûman rastî ji van hejmaran gelekî zêdetir e. Li Kurdistanê rewş hîn dijwartir bû.

Gelê Kurd û jinên Kurd li aliyekê têkoşîna li dijî vîrûsa korona, li aliyê din jî li dijî vîrûsa Erdogan têkoşiyan. Şidet, destdirêjiya li dijî jin û zarokan ji her salê zêdetir bû. Jinan tevî qedexeyan hemûyan jî li kuçe û kolanan berxwedana xwe bê navber meşand.

Bi taybetî piştî şewba vîrûsa Covîd-19 li Tirkiyeyê belav bû, bêhtir qada siyasetê li siyasetmedaran teng bû. Di nava salê de gelek endam û aktîvîstên KCD, Aktivîstên TJA, hevserok û rêveberên HDP’ê hatin girtin. Herî dawî li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 22 sal û sê meh ceza hat birrîn û di 21’ê Kanûnê de ew hate girtin. Lê rêxistinên Kurdan û rêxistinên jinan meydan vala nehiştin û têkoşîna xwe dewam kirin. Jinan bi biryardariyeke mezin di sala 2021´an de jî peyamên pirr zelal dan dewleta mêr û wan bi yek dengî got; “Ji bo ku sala 2021’ê bibe sala pergala azadiya jinê, em ê li dijî her cûreyê êrişan têkoşînê geş bikin. Em ê bi têkoşînê nehêlin ku sala 2021’ê bibe saleke ku her roj hejmara jinên tên kuştin, bê eşkerekirin”. Bi hêviya ku ev sal bibe sala jiyaneke aram û bi sihet…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv