Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Kî dixwaze PDK-PKK şer bikin? 06.01.2021

 

AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
KÎ DIXWAZE PDK-PKK ŞER BIKIN ?

Hema mirov dikare di despêkê de vê pirsê bike û di bersîva wê de heman bersîva sernivîsa me jî derdikeve holê: Ma kî li dijî lihevhatin û tifaqa tevgêra Kurd û Kurdistanî ye? Bêgûman bersîv; dewleta tiraka ya mêtinger e! Ji xwe dewleta tirka, vê armanca xwe, neveşartî, belê aşkere û bi dengê bilind dibêje.

Ma ji bo Konreya Neteweyî, li Hewlêrê civîna berfireh çênebû? Yê ku nehişt ev civîn bi serkeve, ne heman dewlet bû? Yê ku di despêka lihevrûnuştina PYNK û ENKS de, li dij rabû û daxwiyanî zindî da, ne wezîrê vê dewletê Çavuşoglu bû? Her wiha yê ku çav berdayê dagirkirina çar parçe Kurdistanê û gelek cih ji nuha ve dagirkiriye ne heman dewlet e?

Îca divê ne kes xwe û ne jî hewl bide kesên din bixapîne. Yê ku tevgêr û tifaqa gelê Kurdistanê naxwaze kî ye diyare, li ber çava ye. Yê ku dixwaze, hîn bêhtir aşkere ye û weke roniya rojê li ber çava ye; gelê welatparêzê Kurdistanê ye. Yên ku li derveyî vêna man an jî bi afirandina hinek hincetên/sedemên ne rasteqîne, li gel vê dewleta dagirker cîh digre kî ye/kî ne?

Hema yekser em bêjin, yê pêşengtiya vê hevalbendiya li gel dewleta tirka dagirker dike PDK ye. Li goreyî dîtina min, PDK jî vê hevalbendiya malxerab naxwaze, lê ji ber van 2 sedeman vê “dostaya” sixte didin meşandin: Yek tirs, dudu timahî! Tirs, ne ji dil e, ji encama bê îradeyeyê dibe ji naçarî. Belê timahî, ji encama fikra takekesiya xwe di ser gel re digre ye dibe ji dil! Ev herdu diyarde, dema di kesayetiyekê de bûn yek, wê wextê mala mirovan dibe xerakirinê. Êdî nirxandina hûr û kûr ji xwendevanan re!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv