Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: Dîsa Şengal 17.03.2021

 

DÎSA ŞENGAL
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

PDK’ê û hikûmeta navendî ya Iraqê li şûna ji Êzîdiyên ku di nav lepê çeteyên DAIŞ’ê de hiştin û reviyan, lêborînê bixwazin, xwe li vîna wan kerr û kor dikin û dixwazin bi hêsanî dest li warê wan werdin. Bi vê peymanê, hewl didin sûcên ku li hemberî civakê kirine, telafî bikin. Lê ger di niyeta xwe de samîmî bin, bila hêza civakê ya siyasî û leşkerî fermî qebûl bikin û xweseriya Şengalê misoger bikin. Tenê hingê dikarin li hemberî civakê û dîrokê bên efûkirin.

Tişta niha dixwazin li Şengalê bikin ji fermana ku çeteyên DAIŞ’ê bi ser Şengalê de anîn, ne cûda ye. Jixwe, ji dîroka morkirina vê peymanê jî diyar e ku di şexsê Şengalê de armanc tinekirina vîna civaka rêxistinkiriye. Ji daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ev yek pirr zelal tê dîtin. Erdogan bi awakî vekirî dibêje; “Ger hûn tişta pêwist nekin, em ê bi kevin dewrê”. Bi vê armancê her roj gefan li Şengalê dixwin û balafirên wan li ser asîmanên Şengalê difirin. Wer xuya ye, hêzên Iraqê li ser fermana Erdogan dixwazin vê pîlana qirêj bibin serî. Lê tişta ku wan hesabê wê nekiriye, sekna civaka Êzîdî û helwêsta wan a berxwedanê ye.

Dayikên ku di komkujiya 3’ê tebaxê de hêviya xwe ya jiyanê ji dest dabûn, niha li hemberî êrişên wan hemûyan, ax û
rûmeta xwe diparêzin. Di çalakî û xwepêşandanan de bi pêşengiya dayikan bi bersiveke xurt re rû bi rû hatin. Şengaliyên ku xwe ji êş û tirajediyan ji nû ve ava kirine, li hemberî van pîlanên qirêj berxwedaneke bê hempa raber dikin. Lê divê piştgiriya vê berxwedanê baş bê kirin. Di serî de civaka Êzîdî, lazim e gelê Kurd hemû li hemberî vê rewşê bi baldarî tevbigere û Şengalê ji van dagirkeran biparêze. Heta ev hêzên qala wan kirî, statuya Şengalê qebûl nekin û vê peymanê paş ve negirin, xetera fermaneke nû li ber derî ye. Divê ev yek baş bê zanîn, heger Şengal ji van êriş û komployan neyê parastin, êdî bi navê Şengal û Êzîdxanê wê tiştek nemîne. Jixwe, di her fermanekê de ya ku bi ser wan de hatiye, koçberî talan û malwêranî hatiye serê wan, û derbeder bûne. Vê carê wê êdî bi yekcarî ev civaka resen bê tinekirin û ji dîrokê rabe. Ji lewma, ji her demê bêhtir pêwistiya Şengalê bi xwedîderketinê heye. Parastina vê civakê erka her mirovê azadîxwaz e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv