Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Bi xêr be Newroza 2021’ê 17.03.2021

 

AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
BI XÊR BE NEWROZA 2021’Ê

Berî Têvgêra Azadiyê, NEWROZ nedihat zanîn. Bi tenê hinek welatparêzan, digotin “erê wele, rojek wisa hebû û di wê rojê de, li ser girekî dûr agirekî biçûk dadidan” û her ewqas. Belê bi saya vê Tevgêra Apoyî, bi pênasekirina dîroka Kurdistanê re, NEWROZ jî, ji gel re hate şîrovekirin.

Bêgûman, bi çalakiya Mazlum Dogan re, danasîna vê destanê, gihişte radeya herî bilind. Êdî li her deverê, bi dirûşma wî ya dîrokî “BERXWEDAN JIYANE” re, weke cejna netewî, pîrozkirinê despêkir. Ev rûhê berxwedanê weke ÇANDEKÊ kete mejî û dilê civakê.

Ne tenê Bakur, li parçeyên din jî pîrozkirina li goreyî cewherê Newroza dîrokî nedihat çêkirin. Erê li parçeyên din hinek dihat zanin, lê ew ruh û ew naverok nebû; di astek biçûk dihat pîrozkirin. Weke mînak, di sala 1985’a de ez jî beşdarê NEWROZ a Qamişlo-Hilko bûm. 15 Partiyên din jî pîrozbahî çêkiribûn. Saet li dor 13.00’an Newroza wan xelas bû, yên vegeriyan malên xwe, yên man çûn pîrozbahiya, “Şopdarên Mazlum Dogan”! Hijmara wan hemûyan ne bi qasî çaryeka vê komê bû. Dika wan jî traktorek romork bû! Gelê me digotin, “ev cara yekemîn e ku me pîrozbahiyek wisa mezin a NEWROZ’ê pêk anîye”. Ev mînak ji bo parçeyên dîn jî derbasdar e.

Îca bi hêsanî mirov dikarê bibêje, vê Tevgêrê, bi pêşengtiya Mezlum Dogan, ev ruh û cewherê dîrokî gihand roja îro. Lewma jêre tê gotin: Kawayê Hemdemî! Pir di navbêna dîrokê û îro de avakir. Lê divê ev mijar kêm nemîne û bi vê şîroveyê were temamkirin. Yê ku ev zanebûn û ruhê berxwedêr û bi curet dabû Mazlûm û heval û şopdarên wî; bîrdoziyek, rêxistinek û dibe ya herî giring jî rêberiyek bû. Ew jî Rêber APO bû. Belê ji vêna jî giringtir; yê ku ev vîna berxwedêr a zîndana Amadê ya Mazlum pêşengtî jê re kir, li derve hevalê xwe li ser vî rûhê serîhildêr perwerde kir û dîsa vegerand Kurdistanê û têkoşîna Şoreşa Kurdistanê di qonaxek nuh de da despêkirin bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv