Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li ser jinan êrişên ji navendek tê birêvebirin hene û ew ê di serdema pêşiya xwe de li ber van êrişan seferberiya xweparastin, rêxistinkirin û berxwedanê bidin destpêkirin.
Ayşe Acar Başaran got jî.
Heke faşîzm û zîhniyeta zilam wek blokekê derdikeve pêşiya me, divê em jî wek jin blokek bi hêz bi rêxistin bikin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li ser êriş, tundî û kuştinan jinan ji ajansa Mezopotamya re axivî.
BERDEVKA MECLÎSA JINAN A HDP’Ê AYŞE ACAR BAŞARAN: “DOZA KADÎR ŞEKER Û MÛSA ORHAN HER TIŞTÎ RAVE DIKE”
Ayşe Acar Başaran bal kişand ser du dozên girîng a ku Kadîr Şeker jinek ji tundiyê rizgar kir tê darizandin û çawişê pispor Mûsa Orhan ê destdirêjî li Îpek Er kiribû û bûbû sedemê kuştina wê û wiha got:
Ev her du doz pergala edaleta Tirkiyê baş rave dike. Lê jinên ku ji bo mafên xwe têdikoşin bi cezayê herî giran tên darizandin. Ev jî nîşaneya zîniyeta serdest a zilam e. Daraza Tirkiyê her tim jinan sûcar dike û zilaman diparêze.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê bal kişand ser polîtîkaya dest dirêjiyê ya bi taybetî li bajarên bakurê Kurdistanê tê birêvebirin û got:
Li bajarên bakurê Kurdistanê desdirêjî her tim bûye amûrek sereke ya şer.
Bi vê polîtîkaya destdirêjiyê di şexsê jinên kurd de dixwazin civakê teslîm bigirin.
BERDEVKA MECLÎSA JINAN A HDP’Ê AYŞE ACAR BAŞARAN: “ZÎHNIYETA SERDEST JI TÊKOŞÎNA JINAN DITIRSE”
Ayşe Acar Başaran daxuyakirin pergala heyî a dixwaze rejîmeke xwe avabike jinan li pêşiya xwe wek barîkat dibîne û wiha dibêje;
Jin li her qadê mekanîzmaya xweparastinê li pêş dixin û dixin meriyetê. Ji ber vê yekê îqtîdar jinan wek telûke dibîne. Ji ber ku tişta ku wê jê encamê bigire ne êrişa fizîkî ye, êrişên îdeolojîk in.
BERDEVKA MECLÎSA JINAN A HDP’Ê AYŞE ACAR BAŞARAN: “LI DIJÎ ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ DIVÊ JIN BÊTIR TÊBIKOŞ IN”
Ayşe Acar Başaran îşaret bi zêdebûna kuştina jinan jî kir û got, ya li dijî jinê tê kirin qirkirine,
Li ber van êrişan rabûn û li ber xwe dan gelek girîng e. Divê jin bêtir hevkariyê bikin û bi hev re têbikoşin.”
Berdevka Meclîsa jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku ji bo ew li ber êriş, tundî û qetilkirina jinan rabin plansaziyek dane pêşiya xwe û wiha dibêje;
Heke faşîzm û zîhniyeta zilam wek blokekê derdikeve pêşiya me, divê em jî wek jin blokek bi hêz bi rêxistin bikin.
Rojeva me ya sereke ew e ku li dijî êrişan em xwebiparêz in, bi rêxistin bikin û hin bêtir têbikoşin.
Em ê li her deverê seferberiya hûnandina têkoşîn û rêxistinkirinê bidin destpêkirin.