Kampanya em xwe diparezin 2 meh li pey xwe hiştin.
Aktivistên TJA’ê di wan 2 mehan de bi kolan kolan digerin û çalakiyan pêk tinîn.
Di çarçoveya kampanyayê de li Mêrdîn Riha Wan û Şirnexê jinan belavok belav kirin û bi jinan re soxbet kirin.
Xebatên kampanya “Em xwe diparezîn” didomin.
Li Riha, Mêrdîn, Wan, Şirnex û li gelek deveren din ên Bakurê Kurdistane jinan xebat dan meşandin.
Aktivistên TJA li kolanen Sîlopî broşûr belav kirin.
Paşê bi jinên taxa Barbaros û Karşiyaka re hatin gel hev.
Li Batmanê jî di çarçoveya kampanya “Em Xwe Diparêzin” de 2 rojan xebatên atolye hatin meşandin.
Jinan li dijî zîhniyetê mêrserwer û polîtikayên şer banga têkoşîne kirin.
Aktivistên TJA’yê li navçeya Mêrdîn Qoserê jî di çarcoveya kampanyayê de, belavok belav kirin.
Her wiha bi jina re li ser çanda tecawîzê û xwe parastinê sohbet kirin.
Li Wanê jî di jinan xebatên kampanya dan meşandin.
Aktivîstên TJAyê li vir jî çûn serdana tax û gundan û derbarê kampanyayê de jin agadar kirin.
Di çarcoveya kampanyaya “Em Xwe Diparêzin” aktivistên TJA bi jinên Rihayê re hatin cem hev.
Jinan di hevditîne de bi hev re stran gotin û li erbaneyê xistin.