TEVGERA DAGIRKERIYA TIRK
ARTÊŞA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ ÊRIŞÎ EYN ÎSA KIRIN
Ji şevê din ve tevgera artêşa Tirk a dagirker li herêma derdora Eyn Îsayê zêde bû..
Piştî balafirên şer li herêmê geriyan..
Û di saetên dereng de, hêzên dagirker hewl dan derbasî herêmê bibin..
Şervanên QSD’ê jî bi tûndî bersiv da êrişan û şer dewam dike..
Artêşa Tirk a dagirker piştî êrişa doh a li gundewarên bajarê Dêrikê, tevgera xwe li herêma Ayn Îsayê jî zêde kir.
Nîvê şevê balafirên şer di ser azmanên herêmê de geriyan…
Paşê bi topan êrişî derdora bajêr û kampa koçberan kirin..
Nûçegihanên li herêmê ragihandin ku artêşa Tirk û çeteyên wan hewildan ji gundê Seyda derbasi bajare Eyn Isa bibin.
Şervanên QSD’ê di cih de bersiv dan wan û li herêmê şereke giran destpêkir..
Heta van kêliyan jî şerê li derdora Eyn Îsayê dewam dike..
Li gorî agahiyan di şer de 2 şervanên QSD’ê sivik birîndar bûne..