Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tûra nûçeyên cîhanê 21.10.2020

 

ŞERÊ LI QEREBAXÊ
ÇAPEMENIYA RÛS, DÎMENÊ BALAFIRÊN TIRK ÊN HATINE XISTIN NÎŞAN DA

Li herêma Qerebaxê tevî biryara agirbestê jî şerê di navbera artêşa Azerî û Ermenîstanê de dewam dike..

Çapemeniya Rûs ragihand ku artêşa Ermenîstanê balafira bê mirov a Tirk xistine xwarê..

Kanal Piter.TV dîmenên balafirên şer ên hatine xistin bi raya giştî re parve kir..

Di nûçeyê de tê gotin, balafirên hatine xistin girêdayî şîrketa zxavê Erdogan Bayraktar in.

Li aliyê din çapemeniya herêmî jî diyar kir ku 19’ê Cotmehê hêzên Ermenîstanê bi alîkariya artêşa Rûs 5 balafirên şer ên bê mirov ku girêdayî Tirkiyê ne anîn xwarê..

Pisporên şer dibêjin, hêzên Ermenîstan ji bo xistina balafirên bê mirov, çekên taybet bi dest xistin…

 

DÎPLOMASIYA LI DIJÎ TIRKIYÊ
YÛNANISTAN DIXWAZE PEYMANA YEKÎTIYA GUMRÛKÊ WERE BETALKIRIN

Ji ber destwerdana li Derya Spî û binpêkirina serweriya welatan, Yûnanistan li dijî Tirkiyê kampanyayek dîplomatîk destpê kir..

Wezîrê Karê Derve ê Yûnanistanê Nîkos Dendîas bi nameyekê bang li rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê kir da ku gavên berbiçav bavêjin..

Dendîsa di nameya xwe de dibêje, Tirkiyê provokasyonên xwe li herêmê dewam dike û daxwaza ji komîsyona Ewrûpayê kir da ku peymana Yekîtiya Gumrûkê bi temamî betal bikin..

Wezîrê Yûnanî diyar kir ku Tirkiyê bi rêbazên leşkerî hewl dide û tevgerên provokatîk hewl dide daxwazên xwe bide qebûlkirin..

Nîkos Dendîas her wiha bang li Almanya, Spanya û Îtalyayê jî kir da ku fiortina çekan ji bo Tirkiyê rawestînin..

 

PEYMANA BÊÇEK-KIRINA NUKLEERÎ
DEMA PEYMANA AMERÎKA Û RÛSYAYÊ JI BO SALEKÊ DIRÊJ DIBE

Sala 2010’an di navbera Amerîka û Rûsyayê de peymana bêçek-kirina nukleerî hatibû mohrkirin..

Li gorî peymanê, her yek ji van herdû welatan herî zêde dikare bibe xwediyê hezar û 500 serikê nukleer û 700 fuzeyên di navbera parzemînan de..

Dema peymanê Sibata 2021’an bidawî dibe û herdû alî beriya niha îşaret bi dawîkirina wê kiribûn..

Doh Wezareta Karê Derve a Rûsyayê ragihand ku ew ê siyaseta xwe a derbarê mijarê de bughre û got, eger Amerîka jî heman helwestê nîşan bide, ew dikarin dema peymanê ji bo saleke din dirêj bikin..

Rêveberiya Waşîngtonê daxuyaniya Rûsyayê bi erînî pêşwazî kir..

Li gorî vê wê peyman heta Sibata 2022’an dewam bike..

 

ÎDÎAYA ÊRIŞA ÎSRAÎLÊ LI DIJÎ SÛRÎ
AJANSA SANA: ÎSRAÎLÊ BI MOŞEKAN LI QUNEYTIRAYÊ DA

Ajansa fermî ya Sûrî SANA ragihand ku şevê din Îsraîlê bi moşekan êrişî gundewarên bajarê Quneytriyayê kiriye..

Li gorî nûçeya ajansa yek ji moşekan li dibistana gundê EL Huriyê ketiye û di encamê de ziyana maddî çêbû..

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonê ye jî êriş pişt rast kir..

Çavdêriyê îdîa kir ku êrişa mijara gotinê, li dijî baregeheke milîsên Îranê pêk hatiye..

Heta niha artêşa Îsraîlê têkildar mijarê ti daxuyanî nedane..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv