DEWLETA TIRK QIRA DARISTANÊN KURDISTANÊ TÎNE
ARTÊŞA TIRK LI NAVÇEYA ŞIRNEXÊ ELKÊ FÎŞEKÊN GAZÊ LI DERDORÊ REŞANDIN
Artêşa Tirk ji baregeha leşkerî lgundê Guwanis ê navçeya Şirnexê Elkê bêserûber fişekên gazê li girên daristanê direşînin.
Cihên fişek lêdikevin gazeke spî jê radibe.
Nehat zanîn bi çi hêcetê ev fişekên gazê hatine berdan.
Lê îsal dewleta Tirk a dagirker gelek erd, zevî, daristan û çiyayên bajarên Kurdistanê dan ber agir.
Li temamê herêmên ku hatine şewitandin jî weke “herêma eskerî” hatine ragihandin.